Komîsyona NY'ê: Îsraîlê ji bo 'îmha'yê li dijî mirovahiyê sûc kir

Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Îsraîl li Şerîda Xezeyê bi armanca 'îmha'kirinê sûcê li dijî mirovahiyê kiriye. Komîsyonê komên Fîlîstînî jî ji 7'ê Cotmehê û vir ve bi sûcê şer sûcdar dike.

Li gorî rapora komîsyonê ku Gulana 2021'ê ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hate avakirin, Îsraîlê sûcên li dijî mirovahiyê yên weke "îmha, kuştin, zilma zayendîperestî, veguhestina bi zorê, êşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê" kiriye. Hate ragihandin ku sûc bi giranî li dijî mêr û zarokên Fîlîstînî hatine kirin.

Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê ya li Cenevreyê komîsyon bi 'cihêkariya sîstematîk' a li dijî xwe, sûcdar kir.

Mufetîşên Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku rayedarên Îsraîlî û baskê leşkerî yê Hamasê û 6 komên çekdar ên Fîlîstînî ji sûcên şer berpirsyar in.

Komîsyon komên Fîlîstînî sûcdar kir ku sûcên êrişê, kuştinê û êşkenceyê li hemberî sivîlan kirine.