CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li nexweşxaneyeke Romanyayê şewat derket: 10 nexweş mirin
Li bajarê Pîatra Neamtê yê li bakurê rojhilat ê Romanyayê, ji ber şewateke li nexweşxaneyekê şewat derket. Herî kêm 10 nexweş mirin, gelek kes jî birîndar bûn. -
Tevgera Gula Spî
Beriya niha bi 77 salan, li bajarê Munchen ê Elmanyayê 3 xwendekarên Elman bi sûcdariya ku li dijî Elmanya Nazî tevgereke berxwedanê bi rêxistin kirine hatin darvekirin. Tevgera Gula Spî yek ji berxwedanên girîng ên li dijî Hîtler bû. -
Li Elmanyayê qedexeya ‘gurgeboz’ wê bikeve meclîsê
Li Elmanyayê CDU-CSU û SPD ên li desthilatê piştgirî dan pêkanîna qedexeya ‘îdealîst” ya ku ji aliyê mûxalefetê ve ketî rojevê. -
Li Kaşmîrê di şer de gelek leşker mirin
Li Kaşmîrê ya ku di navbera Hindistan û Pakistanê de ye, di şeran de gelek kesên sivîl û leşker mirin. -
YE wê tevdîrên ser sînor û ewlehiya navxwe bijdîne
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo têkoşîna dijî 'terora îslamî ya radîkal' li gel parastina sînorên derve yên yekîtiyê ji bo Herêma Schengenê jî li hev tên ku tevdîrên ewlehiyê werin jidandin. -
Fasê li dijî Sehraya Rojava şer da destpêkirin?
Tê îdîakirin Fas ya ku serxwebûna Sehraya Rojava nas nake agirbesta 29 salan xira kir. -
Wekîlê Skoçî têkilî fînansmana golfê ya Trûmp lêpirsîn xwest
Li Skoçyayê wekîlekî hawîrdorparêz bang li hikûmeta xwecih kir ku ji bo kana rastamala Serokê DYE'yê Donald Trûmp ku li Skoçyayê xwedî du qadên golfê ye û ji bo yasayîkirina karê wî yê li eyaleta Ingilîz were diyarkirin, prosedûr dest pê bike. -
Fransa: Li Maliyê bi dehan ‘terorîst’ hatin bêbandorkirin
Serfermandariya Giştî ya Fransayê ragihand ku di operasyoneke li Maliyê de bi dehan ‘terorîst’ hatiye bêbandorkirin. -
Pompeo wê bi rayedarên Tirk re bicive!
Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo, Fransa , Tirkiye û Siûdî Erebîstan jî di nav de wê serdana gelek welatan bike. Hate ragihandin ku Pompeo wê di serdana xwe ya li Tirkiyeyê bi rayedarên Tirk re necive. -
Li Fîlîpînan bahoza Vamco bû sedema mirinê
Bahoza Vamco ya li Fîlîpînê rabû bû sedema mirina bi dehan kesî, gelek herêm man di bin avê de. -
Zêrevanî dane Wezîrê Awûstûryayî û malbata wî
Piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li Viyanayê, polîsên Awûstûryayê dema dawî avêtin ser gelek alîgirên 'Îslamîstên tundrew'. Ji ber van serdegirtinan, gefa kuştinê li Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Nehammer tê xwarin. -
Li peravên Lîbyayê 100 kes mirin
Li peravên Lîbyayê, di nava 24 saetan de 2 qezayên keştiyan pêk hat û herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Cezayirê encamên referandûmê hate pejirandin
Encamên referandûmê ku 1'ê Mijdarê li Cezayîrê pêk hat, Pênçşemê ji hêla Konseya Destûrê ya Cezayîrê ve hate pejirandin. -
Awûstralya wê sûcên leşkerên xwe yên li Efganistanê lêkolîn bike
Hikumeta Awûstralyayê wê lêkolîn bike, yekîneyên wan ên leşkerî yên demeke dirêj li Efganistanê wezîfe kirine tevlî sûcên şer bûne yan na. -
Manîla di nav avê de ma
Gelek taxên paytexta Fîlîpîn Manîlayê, ji ber bagera Vamcoyê di nava avê de man. Herî kêm 2 kes ji ber felaketê mirin. -
DAÎŞ’ê êrîşa li Cîdeyê girte ser xwe
DAÎŞ’ê êrîşa ku roja 11’ê Mijdarê li hemberî goristana yên ne misilman ya li bajarê Cîdeyê ya Erebîstana Suudî pêkhatibû girte ser xwe. -
Li peravên Lîbyayê keştiyek bin av bû, herî kêm 74 mirî
Rêxistina Koçberan a Navnetewî diyar kir ku li peravên Lîbyayê keştiyek a koçber û penaberan bin av bûye û 74 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Di qezaya helîkopterê ya li Sineyê de 8 kes mirin
Helîkoptera ku Hêzên Çavdêriyê ya Pir Netew li Sine ket xwarê. Di vê qezayê de 8 kes mirin. -
Li Meksîkayê şaredara Jamapa hate kuştin
Li Meksîkayê, Şaredara Jamapayê Florîsel Rîos hate revandin û kuştin. -
Neteweyên Yekbûyî hişyar kir: Gelê Yemenê ji nedîtî ve neyên
Rayedarên Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku ji bo Yemenê pêwîstî bi milyaran dolarî bi alîkariyê heye û bang kirin, ku gelê Yemenê neyê jibîrkirin. -
Pitikek jî di nav de 6 penaberan jiyana xwe ji dest dan
Li Behra Spî keştiyeke penaberan noq bû, pitikek jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Bagera Etayê jiyana milyonek zarokî serûbinî hev kir
Li gorî UNÎCEF'ê bagera Etayê heftiya bihurî li Emerîkaya Naverastê jiyana 1,2 milyon zarokî serûbinî hev kir. -
Aliyên Lîbyayê li ser nexşeya rê li hev kirin, hilbijartin wê bê kirin
Di encama danûstandinan de yên bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li Tûnisê hatin kirin, aliyan li hev kirin ku di nava 18 mehan de li Lîbyayê hilbijartin bê kirin. -
Li Urdunê hilbijartinên giştî pêk hat
Li Urdunê bi tevlîbûneke gelekî kêm, hilbijartinên giştî pêk hat. -
YE ji bo perwerdekirina meleyan dixwaze enstîtuyê ava bike
Yekîtiya Ewropayê (YE) israr dike, ku ji bo meleyên li mizgeftên welatên endam wezîfeyê bike, enstîtuya perwerdeyê bê avakirin.