Pompeo wê bi rayedarên Tirk re bicive!

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo, Fransa , Tirkiye û Siûdî Erebîstan jî di nav de wê serdana gelek welatan bike. Hate ragihandin ku Pompeo wê di serdana xwe ya li Tirkiyeyê bi rayedarên Tirk re necive.

Hê nayê zanîn bê ka wê encamên çawa ji serdana Mîke Pompeo derkevin. Pompeo berî serdana xwe 10 rojan destpêkê serketina hilbijartinê ya Joe Bîden qebûl nekir û peyam da ku Danold Trmûp ji bo erkekî duyemîn amade dike.

Welatên ku Pompeo serdana wan bikin hemû jî Joe Bîden weke serokê hilbijartî yê DYE’yê pîroz kirine.

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê rexne li Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron û rêveberên navneteweyî ku di warê lez pîrozkirinê ya Bîden.

Tê payîn ku serdana ji bo Fransa bi nakok derbas bibe. Li gorî medyaya Fransa çavkaniyên Fransî diyarkirine ku rayedarên Fransî wê peyama ku rûpela Trûmp girtine bidin. Fransa bi tîma hikûmeta tê re têkiliyê xwe daniye û diyar kir ku ev têkilî operasyonel in.

Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan li pêşberî Pompeo anî ziman ku ew ê li dijî bi lez derektina leşkerên Emerîka ya ji Efganistan û Iraqê derbikevin.

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron wê roja Duşemê bi Mîke Pompeo re bicive.

Pompeo wê piştre bi rêzê ve serdana Tirkiye, Gurcistan, Îsraîl, Erebîstana Siûdî, Emîrtiyê Yekbûyî ya Ereb û Qeter bike.

Roja Duşem û Sêşemê Pompeo yê ku serdana Tirkiyeyê bike wê bi Şefê Rûhanî yê Dêra Ortodoks ê Patrîkê Ekûmetîk ê Patrîkhaneya Ortodoks a Stenbolê re bicive. Pompeo wê di vê serdanê de têkildarî mijara ‘azadiya ol’ a DYE qala ‘helwesta wê ya tund’ bike.

Tê payîn ku Mîke Pompeo bi rayedarên Tirk re necive. Di rojên dawî de her çendî gotegotên ku wê bi Erdogan re bicive jî derketibûn holê jî, roja Înê Wezîreta Karê Derve ya DYE’yê daxuyaniyek da û got: “Ti civînek nîne ku li gel rayedarê Tirk bên kirin.”