YE wê tevdîrên ser sînor û ewlehiya navxwe bijdîne

Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo têkoşîna dijî 'terora îslamî ya radîkal' li gel parastina sînorên derve yên yekîtiyê ji bo Herêma Schengenê jî li hev tên ku tevdîrên ewlehiyê werin jidandin.

Civîna Wezîrên Navxwe ya YE'yê di salvegera 5'an a êrîşên DAÎŞ'ê de pêk hat, ku 13'ê Mijdara 2015'an çeteyan li Parîsê êrîş anîbûn û 130 kes kuştibûn.

Piştî civînê di daxuyaniya hevpar de hate gotin, piştî komkujiyên li Fransa û Ewûstûryayê ya ji meha bihurÎ û vir ve biryardar in ku dijî ''terora barbar'' têbikoşin.

Di daxuyaniyê de hate gotin li ser înternetê parvekirinên bi çarçoweya parastina terorîzmê an jî propagandayê 'herî dereng di nav saetekê'' de ji bo ku werin rakirin gavên yasayî heta dawiya vê salê wê bidomin.

Di daxuyaniyê de giringiya ewlehiya navxwe ya Herêma Schengenê hate destnîşankirin, ku 22 welat endamên wê ne û hate gotin, ''Em dîsa biryardariya xwe dubare dikin, ji bo têkoşîna bi asta global a bi terora barbarî em ê hemû derfetên xwe bi kar bînin.''

Piştî êrîşên li Fransa û Ewûstûryayê li YE'yê, nexasim ji bo têkoşîna dijî DAÎŞ'ê û rêxistiniyên çete yên Îslama radîkal gelek civîn hatin kirin. Herî dawî hatibû rojevê melayên ku wê li mizgefên YE'yê werin peywirdarkirin li enstîtûyan yekîtiyê werin perwerdekirin.