Li Fîlîpînan bahoza Vamco bû sedema mirinê

Bahoza Vamco ya li Fîlîpînê rabû bû sedema mirina bi dehan kesî, gelek herêm man di bin avê de.

Li gorî Parastina Sivîl di bahoza Vamcoyê de bi kêmanî 27 kes mirin. Li gorî polîsên netewî jî 42 kes mirin. Fikar hene ku ev bîlanço hê zêdetir bibin.

Di dema bahozê de jî baran barî. Di serî de lêhiyê li Manîla welat tev man di bin lêhiyê de. Gelek taxên paytextê maye di bin avê de.

Roja Çarşemê bahozê gihiştibû bejahiya gireva Lûzon, roja Pêncşemê jî ji rojavayê welat ber bi Behra Başûrê Çînê ve çûye.

Piştî roja Înê av vekişiya gel dest bi vegera malên xwe kirin. Dest bi xebatên tesbîtkirina ziyanan hate kirin. Li girava Lûzûn hê jî elektirîk nayê dayîna bi sed hezaran malan. Bahoza Vamco bû sedema hezîna erdê û dar bişkê û rê bên girtin