Tevgera Gula Spî

Beriya niha bi 77 salan, li bajarê Munchen ê Elmanyayê 3 xwendekarên Elman bi sûcdariya ku li dijî Elmanya Nazî tevgereke berxwedanê bi rêxistin kirine hatin darvekirin. Tevgera Gula Spî yek ji berxwedanên girîng ên li dijî Hîtler bû.

Sala 1943'an asta herî bilind a Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû. Elmanya Nazî ji Rûsya, Efrîkaya Bakur derbên giran dixwar. Lê belê li nava welêt serweriyeke Nazî hebû. Dengekî muxalîf jî li nava welêt nedihate bihîstin.

Di vê demê de li bajarê Munchekê komek ji ciwanan bi navê Gula Spî dest bi tevgerekê kirin û li dijî desthilatdariya Nazî hewl dan berxwedanê bi rêxistin bikin. Ji damezrînerên komê Alex Schmorell dijberê şer bû. Digot ku Hîtler Megalomanyak e û divê ew teqez tiştekî bikin.

Schmorell û hevalên wî Chrîstoph Probst û Hans Scholl li dijî desthilatdariya Nazî dest bi nivîsandin û belavkirina belavokan kirin. Komê belavok rengekî rasthatî li adresên li lîsteya telefonan belav dikir.

Di 8 û 15'ê Sibatê li de li gelek deverên Munchenê li dîwaran dirûşma "Bimire Hîtler" hate nivîsandin.

Di 18'ê Sibatê de Hans û xwişka wî Sophîe Scholl biryar dan ku li Zanîngeha Munchenê belavokan belva bikin. Plana wan ew bû ku belavokan deynin ser pêlikan, ku xwendekar dema ji dersê derketin karibin bi hêsanî bibînin.

Di qonaxa dawî ya planê de di destê Sophîe de çend belavok mabûn. Dema ku ew ji şaneşînekê bi ser pêlikan ve avêt, xizmetkarekî ew dît û li Gestapo geriya. Gestapo jî di demeke kurt de xwişk û birayên Scholl girt.

Xwişk û birayên Scholl û endamên din ên Tevgera Gul li Dadgeha Gel a li Munchenê hatin darizandin.

Dadgerê dozê jî dadgerê Nazî Roland Freîsler bû ku têkildarî sê hezar kesî biryara darvekirinê dabû. Helwesta wan a bi xwînsarî û têgihiştî ev dadgerê dest bi xwîn dîn û har kir. Bi hêrs li salona dadgehê kir qîrînî û got, "Di dema şer de xiyaneta herî giran a li Reîche bûye, kiryarên van xayinan e'. Sê encamên Gula Spî di meha Nîsanê de hatin darve kirin, li endamên din jî 12 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Dema ku biryara li dijî wan hate eşkerekirin, her sê heval ji nirxên xwe venegeriyan. Sophîe li dadger vegeriya û wiha jê re got: "Rojekê li vî cihê em lê hatine rawestandin hûn ê jî li vir rawestin."

Xwişk û bira û hevalê wan Chrîstoph Probst di 22'ê Sibata 1943'an de bi giyotînê hatin darvekirin. Gotina dawî ya Hans Scholl wiha bû: "Bijî Azadî."

Ji damezrînerên komê Alexander Schmorell jî piştî demeke kurt hate girtin û hate darvekirin.

Belavoka dawî ya Tevgera Gula Spî piştî demeke kurt gihîşt derveyî Elmanyayê û kete destê Hevalbendan. Hevalbendan bi milyonan ji vê belavokê çap kirin û ji hewayê li nava bajarên Elmanyayê belav kirin.

Yek ji endamên komê Lîlo Ramdohr di sala 2013'an de jiyana xwe ji dest da. Dêra Ortodoks a Rûs sala 2012'an Alexander Schmorell weke ezîz ragihand. Ramdohr di vê der barê de got, "Eger bi vê zanîbûya wê bikeniya. Ew ne ezîz bû, ew mirovekî normal bû."