Pitikek jî di nav de 6 penaberan jiyana xwe ji dest dan
Li Behra Spî keştiyeke penaberan noq bû, pitikek jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Behra Spî keştiyeke penaberan noq bû, pitikek jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Saziya civaka sivîl a bi navê Open Arms a li Îspanyayê diyar kir ku 30 mîlan dûrî bajarê antîk Sabratha yê li Lîbyayê wan ji bo rizgarkirina penaberên di keştiyekê de operasyonek li dar xistine. Hate diyarkirin ku di dema operasyonê de keştî bûye du beş, 110 deh penaber hatine rizgarkirin, pitikek 6 mehî jî nav de 6 kes di avê de xeniqîne.
REWŞA 4 PENABERAN GIRAN E
Fermandariya Ewlekariya Peravan a Îtalyan diyar kir ku balefira dewriyeyê ya Ajansa Parastina Sînoran a Ewropayê (FRONTEX) vê keştiya penaberan dîtiye û keştiya Open Armsê ji bo rizgarkirinê dest bi operasyonê kiriye.
Hate diyarkirin ku ji bo 4 penaberên rewşa wan giran ji keştiya Open Armsê were rizgarkirin jî kelekek hatiye şandin.