Awûstralya wê sûcên leşkerên xwe yên li Efganistanê lêkolîn bike
Hikumeta Awûstralyayê wê lêkolîn bike, yekîneyên wan ên leşkerî yên demeke dirêj li Efganistanê wezîfe kirine tevlî sûcên şer bûne yan na.
Hikumeta Awûstralyayê wê lêkolîn bike, yekîneyên wan ên leşkerî yên demeke dirêj li Efganistanê wezîfe kirine tevlî sûcên şer bûne yan na.
Piştî ku li pey êrişa 11'ê Îlona 2001 bi pêşengiya DYE'yê li dijî Efganistanê destwerdanê dest pê kir, Awûstralyayê jî bi deh hezaran leşkerên xwe şandibû herêmê. Destwerdana li Efganistanê û operasyonên piştî wê, ku Awûstralya bi 26 hezar leşkerên xwe tevlî bû, sala 2013'an bi dawî bûbû.
SÛCÊN ŞER WÊ BÊN LÊKOLÎN
Lê belê îdîa hatibûn kirin ku leşkerên Awûstralyayî yên 12 salan li herêmê man li dijî sivîlan û girtiyan sûcên şer kirine. Hikumet li hemberî vê yekê kete nava liv û tevgerê û ragihand ku ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên gengaz dozgerekî taybet hatiye wezîfedarkirin.
Bi rêya vê biryarê tê xwestin ku beriya li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî doz li dijî leşkerên Awûstralyayî bê vekirin di nava hiqûqa Awûstralyayê de bên tespîtkirin û darizandin.
BERÊ JÎ LÊPIRSÎN HATIBÛ MEŞANDIN
Li medya welêt dema dawî têkildarî sûcên şer ên yekîneyên taybet ên li Efganistanê îdîa ketibûn rojevê. Kuştina kesekî girtî ji ber ku 'di helîkopterê de cih tune bû' yan jî kuştina zarokekî 6 salî di dema operasyona li ser malekê de çend ji van îdîayan e.
Beriya niha Mufetîşê Giştî yê Wezareta Parastinê ya Awûstralyayê 4 salan 'sûcên li dijî mirovahiyê yên gengaz' lêkolîn kiribû. Di vê çarçoveyê de 55 bûyerên cuda hatibûn lêkolîn. Tê payin ku rapora li ser lêpirsîna navborî rojên bê were eşkerekirin.