Li peravên Lîbyayê 100 kes mirin

Li peravên Lîbyayê, di nava 24 saetan de 2 qezayên keştiyan pêk hat û herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li peravên Lîbyayê di nava 24 saetên dawî de 2 qezayên keştiyan rû dan. Di encamê de herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di qezaya destpêkê de 74 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di qezaya duyemîn de jî ji bilî 3 jinan, 20 kesên di keştiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Doktorên Sînornenas bi rêya Twîtterê daxuyanî dan û diyar kirin ku li bajarê Sorman ê li bakurê Lîbyayê, bi 3 jinên ji qezayê rizgar bûne eleqedar in.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jinên ku ji aliyê masîgiran ve hatin rizgarkirin hîn di nava şoqê de ne. Li pêş çavên xwe dîtin ku mirovên wan, hezkiriyên wan di nava pêlan de winda bûn û jiyana xwe ji dest dan."

Beriya vê qezayê, Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (OIM) doh ragihand ku di nava rojê de li peravên bajarê Xomsê di qezayekê de 74 kesî jiyana xwe ji dest dane û 47 kes ji aliyê tîmên Parastina Peravî ya Lîbyayê ve hatine rizgarkirin.

OIM diyar kir ku ji destpêka salên ve 11 hezar kes li Lîbyayê hatine vegerandin.