Li nexweşxaneyeke Romanyayê şewat derket: 10 nexweş mirin

Li bajarê Pîatra Neamtê yê li bakurê rojhilat ê Romanyayê, ji ber şewateke li nexweşxaneyekê şewat derket. Herî kêm 10 nexweş mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Pîatra Neamtê doh bi şev şewat derket. 10 nexweşên ku tedawiya covîd-19 didîtin û bi cîhaza hilmstandinê ve girêdayî bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku gelek kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku di nava birîndaran de doktorek jî heye ku bi nexweşan re eleqedar dibû.

Şewat doh bi şev li unîteya servîsa lezgîn derket.

Di şewatê de destpêkê 8 nexweşan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 2 nexweş jî piştî ku ji aliyê tîmên arkujiyê ve hatin veguhastin jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyan doktorên ku di şewatê de bi giranî birîndar bû, bedena wî ji sedî 80 şewitî ye.

Dozgeriyê ragihand ku maseya krîzê hatiye avakirin. Têkildarî şewatê lêpirsînê dest pê kir. Tê gotin ku şewat dibe ku ji ber qebloyê derketibe.