Neteweyên Yekbûyî hişyar kir: Gelê Yemenê ji nedîtî ve neyên

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku ji bo Yemenê pêwîstî bi milyaran dolarî bi alîkariyê heye û bang kirin, ku gelê Yemenê neyê jibîrkirin.

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) hişyarî dan ku krîza birçîbûnê ya li Yemenê girantir dibe.

Dîrektorê Giştî yê WFP'ê Davîd Beasley li civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) axivî û got, "Li Yemenê xela li ber derî ye" û bal kişand ser metirsiyê. Beasley got, "Lampeyên alarmê vêketî ne, ev lambe ne zer in, lê sor in."

'GELÊ YEMENÊ JI NEDÎTÎ VE NEYÊN'

Beasley ragihand ku ji bo krîza birçîbûnê ya li Yemenê veneguhere karesateke mezin ew weke WFP û saziyên din hewl didin û got, "Ji bo pêşî li xelayê bê girtin di sala 2021'ê de pêwîstiya me bi 2.6 milyar dolarî heye."

Beasley destnîşan kir ku divê KENY ji bo gelê Yemenê bibe hêvî û got, "Wan ji nedîtî ve neyên; beriya ku dereng bibe dengê alarmê bibihîzin."

DI MIJARA AŞTIYÊ DE PÊŞKETIN NÎNE

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Yemenê Martîn Grîffîths jî tevlî civînê bû û diyar kir ku ji bo bidawîkirina şerê navxweyî ku sedema krîza mirovî ye pêşketinek nîne.

Grîffîths bal kişand ser zor û zehmetiyên di mijara çareseriya siyasî û rawestandina şer de rû didin û îdîa kir ku ji bo tamîrata navenda petrolê ya Saferê ya li peravên Hûdeydayê wan nekarîn destûrê ji Hûsiyan werbigirin. Grîffîths hişyarî da ku petrola ji vê navendê diherike wê bibe sedema qirêjiyeke mezin.

Şerê navxweyî yê li Yemenê ji sala 2015'an ve dewam dike û heta niha bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî lêkolîneke WFP'ê nêzî 17 milyon mirovên li Yemenê di nava metirsiya birçîbûneke giran de ne.