Manîla di nav avê de ma
Gelek taxên paytexta Fîlîpîn Manîlayê, ji ber bagera Vamcoyê di nava avê de man. Herî kêm 2 kes ji ber felaketê mirin.
Gelek taxên paytexta Fîlîpîn Manîlayê, ji ber bagera Vamcoyê di nava avê de man. Herî kêm 2 kes ji ber felaketê mirin.
Bagera Vamcoyê, bi bayê bi saetê 155 kîlometreyî li herêmê da. Bager roja Çarşemê li rojhilatê girava Lûçonê rû da. Roja Pêncşemê jî ji rojhilatê Fîlîpînê berê xwe da derya Çînê ya başûr.
Rayedaran hişyarî dan ku li herêmên peravê dibe ku erd bişemitin û pêlên deryayê bilind bibin.
Bi bagerê re li paytext Manîlayê jiyan tevizî ku nifûsa xwe 12 milyon mirov e. Gelek tax di nav avê de man. Li kolanên bajêr mîna çem, av herikî.
Ji ber vê felaketa ku li Fîlîpînê da herî kêm 2 kes mirin.
Dibistan û salonên jîmnastîkê ku ji ber şewba vîrûsa koronayê girtî ne, weke stargehên lezgîn hatin bikaranîn. Li gorî Parastina Sivîl 180 hezar kesî xwe li van deveran girtin.
Bagera herî giran di sala 2013'an de li Fîlîpînê dabû. Ji ber vê bagera Haiyanê, zêdeyî 7 hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha pêlên mezin ên deryayê li bajarê Taclobanê xistibûn.