Li Elmanyayê qedexeya ‘gurgeboz’ wê bikeve meclîsê

Li Elmanyayê CDU-CSU û SPD ên li desthilatê piştgirî dan pêkanîna qedexeya ‘îdealîst” ya ku ji aliyê mûxalefetê ve ketî rojevê.

Wê CDU roja Pêncşema li pêşiya me mijarê bibe rojeva meclîsê û diyar kirin ku wê ji ber qedexekirina komele û tevgerên îdealîst bicivin.

Endamê Komîsyona Karên Hindur a Meclîsa Federal a CDU Chrîstoph de Vrîes ê ku ji Dengê Elmanya re axivî got, “Ya ku îdealîstan diparêzin, yên ku serweriya netewa Tirk îdîa dikin, heman demê weke Kurdan û Ermeniyan li dijî hemû komên netewên ne Tirk sorkirin û fikra tam nijadperest a tê dîtin, mirovan biçûk dikin. Ev, ji bo pergala demokratîk û azadiyê ya li Elmanyayê gefan çêdike.”

Chrîstoph de Vrîes wiha dom kir, “Rastgirên pir Tirk ne ji Rastgirên pir Elman baştir in. Ji ber vê sedemê di nava herdu koman de, heman nêzîkatî bê kirin.”