Aliyên Lîbyayê li ser nexşeya rê li hev kirin, hilbijartin wê bê kirin

Di encama danûstandinan de yên bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li Tûnisê hatin kirin, aliyan li hev kirin ku di nava 18 mehan de li Lîbyayê hilbijartin bê kirin.

Danûstandinên bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li paytext Tûnisê pêk hat, ji aliyên şerê navxweyî yê li Lîbyayê 75 delege tevlî bûn.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Stephanîe Wîllîams ragihand ku alî ji bo dema derbasbûnê û hilbijartinên 'azad, wekhev û pê bawer' ên piştre, li ser nexeya rê li hev kirin.

Wîllîams diyar kir ku ev hilbijartin wê hem ji bo serokkomariyê hem jî ji bo parlamentê bin û herî dereng di nava 18 mehan de bên kirin.

Wîllîams ragihand ku danûstandinên li Tûnisê ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Lîbyayê firsendeke gelekî girîng e.

Nûnerên siyasî û leşkerî yên aliyên Tobrûk û Trablûsê tevlî danûstandinên li Tûnisê dibin.

Tê payin ku roja Pêncşemê aliyên Lîbyayê giraniyê bidin ser avakirina hikumeteke yekbûyî. Hikumeta nû wê çavdêriyê li ser amadekariyên hilbijartinê bike.

Ji sala 2011'an dema hilweşandina rejîma Mûammer Kaddafî û vir ve Lîbya di nava kaosê de ye.