Li peravên Lîbyayê keştiyek bin av bû, herî kêm 74 mirî

Rêxistina Koçberan a Navnetewî diyar kir ku li peravên Lîbyayê keştiyek a koçber û penaberan bin av bûye û 74 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Koçberan a Navnetewî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (BM) diyar kir ku li peravên Lîbyayê bûyerek metirsîdar çêbû, herî kêm 74 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Rêxistina Koçberan, 47 kesên sax ji aliyê yekîneyên ewlekariya peravê yên Lîbyayê û masîgiran ve hatine rizgar kirin.
Di nava du rojên dawî de 2 keştiyên din jî noqî avê bibûn, 2 jê zarok 19 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li gorî saziya NY’ê di rewşa heyî de, li Deryaya Naverast tenê keştiyek a rizgarkirinê ya girêdayî rêxistina civaka sivîl a binavê Open Arms heye. Hate diyar kirin ku vê keştiyê di 3 operasyonan de 200 kes rizgar kirin e.
Ji destpêka salê hetanî niha herî kêm 900 kes ji bo bigehin welatên Ewrûpa di avên Behra Spî de xeniqîne.
Rêxistina Koçberan a Navnetewî bal kişand ku ji 11 hezar kesan zêdetir jî bi rûxmê “rîska mexdûrmayîna binpêkirina mafên mirovan, destgîrkirin, tacîz, qaçaxiya mirovan û mêtîngeriyê” dîsa vegerandine Lîbyayê.