Lîderê partiya Keskan a Skoç Patrîch Harvîe, bang li Serokwezîrê Skoçyayê Nîcole Stûrgeon kir, ji bo ku kanên rastemala Trûmp a ku nehatî aşkerekirin were îfşakirin pêvajoya hiqûqî were destpêkirin.
Wekîl qadên golfê dike hedef ku Donald Trûmp li bakurê rojhilat herêma Aberdenê û li kontiya Ayrshîreyê kiriye.
Harvîe li Parlamentoyê bi daxuyaniyekê behsa, ''Fikarên ku ji mêj ve derheqê xebatên Trûmp didome'' kir, amaje pê kir ku Trûmp pereyên deryasayî fihil dike û bal kişande ser ''modêla bikire û bifiroşe.''
Harvîe got hikûmeta Skoçî 'ji bo ku dest bi bersivstandinê bike'', ''xwedî wê vebijêrkê ye ku karê yasayî bide destpêkirin.''
Harvîe got Trûmp ê ku di hedefa lêpirsînê ye, dibe ku li DYE'yê destlênedana wî rabe û got, ''Dibe ku li vir jî hin hesab hebin ku divê bide.''