Fransa: Li Maliyê bi dehan ‘terorîst’ hatin bêbandorkirin

Serfermandariya Giştî ya Fransayê ragihand ku di operasyoneke li Maliyê de bi dehan ‘terorîst’ hatiye bêbandorkirin.

Di gorî daxuyaniya ku Serfermandariya Fransa ya li se Twîtterê kirî, ragihand ku 12’ê Mijdarê roja Pêncşemê li nzêî Nîkaî ya 180 kêlometre ji Moptî ya navenda Maliyê li dijî oldarên redîkal operasyonek kirine.

Operasyon bi desteka balafirên şer ji aliyê komandoyên bi helîkopeteran hatin veguhestin ev hate gotin: “Piştî şerê ji bejahiyê ve bi çend saetan dom kir û şûnde bi dehan terorîst hain bêbandorkirin.

Roja Pêncşemê Wezîrê Parastinê yê Fransa Florence Parle ragihandibû ku li Maliyê şefê leşkerî yê El-Qaîdê hatiye kuştin. Parly diyar kir ku Bah Ag Mûsa şefê leşker Koma Îslamî û Destekê Misilmanan bû, heman demê ‘Li Sahîlê yek ji kadroyên dîrokî ya cîhadiyan’ bû.

Artêşa Fransayê di meha Hezîranê de jî şefê Baskê Maxreb ê El-Qaîdê Abdulmelek Drûkdal jî kuştibû.