Fasê li dijî Sehraya Rojava şer da destpêkirin?

Tê îdîakirin Fas ya ku serxwebûna Sehraya Rojava nas nake agirbesta 29 salan xira kir.

Sehraya Rojava piştî ku dawî li serweriya mêtinger a Spanyayayê ya li herêmê anî ji hêla Fasê ve hatibû dagirkirin. Şerê di navbeyna Komara Ereb a Demokratîk a Sehra (SDAC) ku ji hêla tevgera Eniya Polîsero ve hatibû ava kirin û Fasêde, 1991'an bi agirbestê bidawî bûbû.

Lê Sehraya Rojava ku 700 km bi berfirehî û dirêjahiyê ye û SDAC wê dixwaze ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ti statûya wê nîne û piraniya wê bi rêveberiya Fasê ye.  Di kontrola SDAC'ê ji ber vê di kontrola Eniya Polîsaro de yek ji pêncan a herêmê heye.

Eniya Polîsaro daxuyanî da û got agirbesta ku ji sala 1991'ê ve li dar e, ji hêla Fasê ve hatiye xirakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin yekîneyên Fasê operasyon kirin û şer dane destpêkirin.

Rayedarên Fasê jî duh ragihandin ku  li niqteya derbasbûnê ya Guerguerat a ku li xeta sînor e û cihên bi kontrola SDAC û Sehraya Rojava ku bi kontrola Fasê ji hev vediqetîne, operasyon kirine. Rayedaran gotin xeta sînor ji hêla Polîsaro ve ji 21'ê Cotmehê û vir ve hatiye blokekiqin û bi armancê mudahele kiriye.

Piştî destwerdana li aliyê başûr ê Sehraya Rojava Polîsaro bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê bersivê bidin destwerdana Fasê. Ji rayedarê Sehraya Rojava Mihemed Salem Ould got mafê meşrû ye ku ew bersivê bidin êrîşên Fasê.