YPG’ê li navenda Efrînê li benda kontrolê da

Şervanên YPG û YPJ’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de li navenda Efrînê li dijî benda kontrolê ya hêzên dagirker çalakiyek li dar xist.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin hêzên YPG/YPJ’ê duh şev li navenda Efrînê bendeke kontrolê kir hedef. Çeteyê bi navê Ebîd El Ezîz Necar hate kuştin, du leşkerên Tirk jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk di 20’ê Çileyê de li dijî Efrînê dest bi dagirkeriyê kiribû. Artêşa Tirk tevî çeteyên DAÎŞ û El Kaîdeyê bi awayekî sîstematîk sivîl kir hedef û li vê derê bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi sed hezaran sivîlan jî ji neçarî ji axa xwe koç kirin. Bi sedan dikan û malên sivîlan jî hate talankirin. Piştî ku dagirker di 18’ê Adarê de ketin navenda bajêr, têkildarî qetilkirin û înfazkirina sivîlan agahî tên.