Xelkê Dêrazorê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiya
Xelkê Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Xelkê Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Xelkê Dêrazorê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ meşeke girseyî li dar xist.
Meş li ber Meclîsa Herêma Rojava ya bajarokê Kesrayê despê kir. Meclîsa Jinan a Zenûbya û endamên saziyên sivîl jî di nav de gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di meşê de ku heta xaçerêya Dele ya bajarokê dewam kir, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Cenga Azadiyê bi ser bixin” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Rêbetî” hatin berzkirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê yek ji rûspiyên eşîra El Igedat Ziyab El Cêlat ve hat xwendin de, banga mezinkirina têkoşîna ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî hat kirin.
Di daxuyaniya li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan de ku ji aliyê Elî El Ehmed ve hate xwendin, hate gotin ku ew weke ciwan bi biryar in ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan belav bikin û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.
Meş bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.