Li Sûriyeyê gefa radîkal a zêde dibe: Tûgayên Ensar el Sunne

Îhtimal heye koma ku êrîşa li ser Dêra Mar Elîas a li Şamê girtî ser xwe, bi komên din ên radîkal ên herêmê re bibe yek. Bi taybetî tê pêşbînîkirin ku kom wê pêkhateyên olî hedef bigirin, di meha dawî de êrîşî 5 gundên Elewiyan hate kirin.

ENSAR EL SUNNE

22’yê Hezîranê roja Yekşemê di êrîşa bombeyî ya li ser Dêra Mar Elîas a li semta Douweila ya li Şamê hatî pêkanîn de, zêdeyî 25 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan jî birîndar bûbûn. Êrîş di 10 salên dawî de weke çalakiya ewilî ya li dijî Xrîstiyanan a di nava Dêrê de pêk hat.

Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê ya girêdayî HTŞ’ê, ragihand ku êrîş ji aliyê DAÎŞ’iyan ve yên ku ji Kampa Holê ketine Şamê hatiye pêkanîn. Koma Îslamî ya radîkal Tûgayên Ensar el-Sunne 24’ê Hezîranê danezanek weşand û berpirsyariya êrîşê girte ser xwe û ragihand ku milîtanekî wan ê bi navê “Muhammed Zeyn el-Abidin Ebû Osman” êrîş pêk aniye.

TÛGAYA ENSAR EL SUNNE:

Ev rêxistina çekdarî ya Îslamî û radîkal di destpêka sala 2024’an de li herêmên bakur ên Sûriyeyê derket holê, îdeolojiya Selefî-Vehhabî dipejirîne. Bi taybetî komên weke Elewî, Durzî û Xrîstiyanan ên li Sûriyeyê hedef digire û rêveberên laîk weke “kafir” pênase dike. Dibêje ku divê hukmên Şerîatê bi rengekî hişk bên pêkanîn.

Tê texmînkirin ku bi çêkerên El-Kaîde yên li Yemenê û komên radîkal ên li Lîbyayê re girêdayî ye.

Bi rêya Telegramê xwe rêxistin dike; çalakiyên xwe yên sûîqest, sabotaj û şewitandinê digire ser xwe. Li bejahiya Îdlib, Hums û Şamê fealiyet dimeşîne. Bi çêkerên hucre tevdigere.

Li ser Telegramê dîmenên înfazê û peyamên taybet ên gefê li dijî komên weke Elewî, Durzî û Xrîstiyanan diweşîne û bi hesabên medyaya dîjîtal ên sixte propagandayê dike.

LÎDERTÎ:

Ebu Ayşe el-Şami (Lîderê leşkerî)

Ebu el-Feth el-Şami (Otoriteya olî)

Ebu Süfyan el-Dımaşki (Lîderê îdeolojik)

ÇAVKANIYÊN FÎNANSMAN:

Welatên kendavê û alîkariyên ji dervey welêt tên, çalakiyên revandinê yên ji bo fîdyeyê û li herêmê torên bazirganiyên ên derqanûnî (çek, hişbir).

Îhtimal heye ku Tûgayên Ensar el-Sunne ku weke yek ji rêxistinên terorê ya nifşê nû tê pênasekirin, bi komên radîkal ên din ên li herêmê re bibe yek. Bi taybetî tê pêşbînîkirin ku kom wê pêkhateyên olî hedef bigirin, di meha dawî de êrîşî 5 gundên Elewiyan hate kirin.