'Vaye bi hezaran Şîlan li ser riya şehîdan dimeşin'

Xwişka Şehîd Şîlan Kobanê Heyfa Şêx Mihemed diyar kir ku şehîd Şîlan li dijî her cure desthilatdariyê û paşverûtiya civakê serî hilda û got ku şehîd Şîlan xwedî cesareteke bê hempa bû.

Îro salvegera 19’emîn a şehadeta Endama Komîteya Navendî ya PYD'ê Şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl e. Şîlan Kobanê û hevrêyên wê di 29'ê Mijdara 2004'an de li Mûsilê bi komployekê şehîd hatin xistin.

Şîlan Kobanê ku li dijî zîhniyeta paşverû ya civakê serî hilda û rêya têkoşînê hilbijart, îro ji bo tevahî jinên Kurd bûye mînaka serhildêriyê, berxwedanê û fermandariyê.

Têkoşer Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) di sala 1971’ê de li Kantona Kobanê di nav malbateke welatparêz a ji eşîra Kêtikan de hate dinê. Têkoşer Şîlan Kobanê ji biçûkahiya xwe ve serî li ber zihniyeta paşverû ya civakê hildaye û ev yek bû sedem ku her kes rêzê ji vîna wê re bigire.

Xwişka Şehîd Şîlan Kobanê Heyfa Şêx Mihemed ji ANF’ê re axivî û qala bîranîn û cesareta şehîd Şîlan kir.

Heyfa diyar kir ku şehîd Şîlan Kobanê di biçûkaniya xwe de xwedî îrade û berpirsyarî bû û got: "Şîlan di sala 1971’an de li Kobanê ji dayîk bû. Di biçûkaniya xwe de xwedî berpirsyarî û xwedî hêz bû. Di nava gel û civakê de dilnizim û dihat hezkirin. Di nava malbatê de jî ya herî bi cesaret bû."

Heyfa anî ziman ku şehîd Şîlan biçûkaniya xwe de, dest bi têkoşînê kir û li dijî fikra eşîrtî rabû û wiha domand: "Şîlan piştî ku tevgera Apoyî derket û hatin bajarê Helebê, bi fikrê Rêber Apo ve hat girêdan. Dema ku dayîka min xwarin amade dikir, Şîlanê ew xwarin ji hevalan re dibir û heta cihê mala hevalan ji me re jî diyar nedikir, ewqas xwedî berpirsyartî xwe didît.

Ruxmî desthilatdariya rejîma Sûriyeyê jî, şehîd Şîlan xwedî li nirxê Kurdîtî û zimanê xwe derket û dest bi xwendin û nivîsandina Kurdî kir. Dema em biçûk bûn, Şîlan em fêrî tîpên Kurdî kirin. Piştî ku Şîlan li ber destê hevalan fêrî Kurdî bû, xwest ew jî me fêr bike. Bavê min jî jêre depek anî û li odeyê danî. Wê demê me dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe yê dayîk dikir û em li dijî wê fikra Baas derketin."

Heyfa destnîşan kir ku şehîd Şîlan Kobanê li dijî fikra ku jinê tenê weke amûrekê dibîne, rabû û wiha got: "Ez û Şîlan hevrê bûn, ne weke xwişk bûn. Di wê demê de ez, Şîlan û Qodret bi hev re weke cêwiyan bûn. Her dapîr û bapîrê me her tişt li me qedexe didîtin, ji ber ku em jin in. Lê Şîlan jî li dijî wê fikrê serî hilda û li dijî wan helwest digirt. Ew cesareta di Şîlan de me ti kesê di şexsê xwe de nedidît.

Şîlan di biçûkaniya xwe de ji bo mafê jin têkoşîn kir û wiha got pêde çû: "Dema ku Şîlan ji bo azadî û mafê jinê bû rêwiya çiya, ez pir serbilind bûm. Şîlan bû şoreşger û xwedî li Kurdîtî û Kurdistana xwe derket."

Xwişka Şehîd Şîlan Kobanê Heyfa Şêx Mihemed di dawiya axaftina xwe de, ev tişt got: "Şîlanek çû, vaye bi hezaran Şîlan rabûn û xwedî li nirxê Şîlanê derketin. Em heta dawiyê xwedî li Şîlan û nirxê wê derdikevin. Ew riya ku Şîlan şopandî em ê heta dawiyê xwedî li wê riyê derkevin. Vaye bi hezaran Şîlan ji bo azadiya jin û parastina nirxê jin riya têkoşînê şopandin. Em jî soz didin ku heta dawiyê xwedî li partiya xwe, şehîdên xwe û Şîlanê derkevin."