Trûmp hişyarî da Sûriye û Rûsyayê

Piştî îdîayên bikaranîna çekên kîmyawî yên ji aliyê hêzên rejîma Sûriye ve û şûnde, DAY’ê ragihand ku herî direng wê di nava 48 saetan de biryara ku wê mudaxele bikin an ne girtine, gotinên tuj ji Pûtîn re kir.

Piştî bikaranîna çekên kîmyawî ya li Dûma ya ku dikeve rojhilatê Şamê û şûnde vê sibehê baregeheke leşkerî ya Sûriye hatibû bombekirin.

DYA û Fransa bikaranîna çekên kîmyewî weke hinceta mudaxeleyê dibîne, daxuyaniyên rejîmê û Rûsyayê yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin dom dike. Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp ragihand ku wê di nava 24 an 48 saetan de biryara têkildarî Sûriyeyê eşkere bikin.

Trûmp ê piştî civîna kabîneya wezîran a li Qesra Spî û şûnde axivî, binî xêz kir ku êrîşên kîmyewî rewşeke ku ‘mirovahiyê têkildar’ dike, anî ziman ku rê nadin êrîşên bi vî awayî.

Trûmp anî ziman ku êrîş ‘hovîtî’ ye û diyar kir ku ji nêz ve bûyerê dişopîne. Trûmp destnîşan kir ku bi artêşa Amerîka û ‘kesên din ên têkildar’ re hevdîtin kiriye.

Trûmp anî ziman ku wê biryara xwe ya têkirldarî Sûriyeyê di demek nêz de eşkere bike. Trûmp ev dem weke 24 saet heta 48 saet diyar kir, got: “Biryar wê di nava rojê de” eşkere bike.

Trûmp bibîr xist ku mijara leşkerî di rojevê de ye, hişyariyên tund dan Rûsya û Îranê. Trûmp têkildarî mijara bê ka Serok Rûsyayê Vîlademî Pûtîn berpirs e yan ne bi pirsekê raber kir û got: “Dibe her kes berdêlekê bide, ew jî wê (Pûtîn) bide.”

Tê payîn ku Trûmp di saetên pêş de bi rêveberên leşkerî re bicive.