TKŞ’ê banga çalakiyên ji bo Efrînê kir

Tevgera Komunîst a Şoreşger banga çalakiyên ji bo Efrînê yên di 20’ê Çileyê de kir.

Tevgera Komunîst a Şoreşger bi daxuyaniyeke nivîskî banga çalakiyên ji bo Efrînê kir.

Di daxuyaniya TKŞ’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a mêtinger bi hevkariya çeteyên xwe di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê dest bi êrîşa dagirkirinê kir. Di van êrîşên hewayî û bejahî de bajar hatin hilweşandin, nexweşxane, dibistan û malên welatiyan bûn hedef. 869 kesên sivîl hatin şehîdkirin û 300 hezar kes hatin koçberkirin. Xweza, çavkanî û warên dîrokî hatin talankirin. Ev êrîşên mêtîngeriyê li hember çavên hemû dewletan û bi erêkirina Rûsyayê pêk hatin û hîn jî didomin.

 Li hemberî vê êrîşa dagirkirinê şervanên YPG,YPJ, MLKP û gelên me yên welatparêz 58 rojan berxwedaneke mezin nîşan dan. Dewleta Tirkiyeyê ku di NATO’yê de hêza duyemîn e û hemû teknîka serdemê li dijî şervanên azadiyê pêk anî 58 rojan nedikarîbû sînorên Efrînê derbas bikiraya. Ji ber vê yekê berxwedana ku pêk hat ji hêla hemû kesan ve weke “Berxwedana Serdemê” hate pejirandin.

Ji destpêka şoreşa me ya Rojava û heta anha Dewleta Tirk a mêtînger di her kêliyê de dijminahiya xwe li dijî me domandiye. Dewleta Tirk a faşîst li ku derê bibe jî li hemberî destkeftiyên Kurdan her dem xeta dijminahiyê meşandiyê. Di destpêka şoreşa me de bi destên çeteyên El Nûsra û DAÎŞ’ê xwest ku şoreşa me bifetisîne. Piştî çeteyên wê bin ketin bi alîkariya Rûsan xwest ku me dil bigire. Di dagirkirina Efrînê de û piştî dagirkeriyê jî piştgiriya herî mezin ENKS’ê da dewleta Tirk. ENKS’ê îro jî hewil dide ku dagirkeriya Tirk mafdar derbixe û Tirkan li Efrînê mayinde bike.

Her kes dizane ku ev êrîşên dagirkeriyê bi Efrînê bi dawî nebûn. Dewleta Tirk weke berdewamiya van êrîşan bi alîkariya Emerîkayê, Girê Spî û Serê Kaniyê jî dagir kir. Li her sê deveran jî kuştin, revandin, talankirin, tecawiz, guhertina demografyayê bi dijwarî berdewam dike. Ji herêmên dagirkirî ber bi Şehba, Minbiç, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê ve êrîşên dagirkeriyê berdewam dikin. Li Kobanê û Qamişlo êrîşên hewayî li hemberî gelên me û pêşengên me tên domandin.

Dewletên herêmê yên paşverû û hêzên emperyalîst ji bo dîlgirtina şoreşa me di van sûcên dijî mirovahiyê de piştgiriya Dewleta Tirk a faşîst dikin. Dixwazin ku şoreşa me ya demokratîk, gelparêz û azadîxwaziya jinê hilweşînin, îtifaqa gelên herêmê xirab bikin. Di van êrîşan de kesên riziyayî yên wekî ENKS’ê jî hevkariya dijmin dikin. Li hemberî vê yekê şervanên şoreşa me û gelên welatparêz berxwedana Serdemê û Rûmetê mezintir dikin. Dewleta Tirk û hevkarên wê çi bikin jî wê nikaribin çirûska şoreşa me ya Rojava vemirînin. Ji bo vê yekê gelên me yên welatparêz, jin û ciwanên Rojava pêwîst e berxwedanê geş bikin, her dever û her kêliyê veguherînin çeperên berxwedanê. Di 20’ê Çileyê de ji bo Efrînê em bi hev re li her derê li qadan bibin, berxwedanê mezintir bikin.”