Cenazeyê şehîd Neşmî El Reqa hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Neşmî El Reqa ku li Minbicê şehîd bibû, li Reqayê hat veşartin.

MERASÎMA CENAZE

Şervanê Hêzên Komando yê QSDˈê Neşmî El Reqa (Mihemed Mistefa El Moh) dema erka xwe bi cih dianî, li Minbicê şehîd bûbû. Bi dehan kes beşdarî merasîma cenazeyê şehîd a li Şehîdgeha Şehîdan a li gundê Hikumeyê yê kantona Reqayê hat lidarxistin bûn.

‘JI BO VÊ XAKÊ CANÊ XWE FEDA KIR’

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Ji fermandarên Hêzên Komando Ehmed Mistefa li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) axivî û got: "Şehîd Neşmî erka xwe ya welatparêziyê pêk anî û ji bo vê axê canê xwe feda kir. Em jî li gorî ramanên neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Apo, wê rêya şehîdan berdewam bikin heya herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Eseed El Icêl jî got şehîd Neşmî ji bo projeya pê bawer kiriye, tê koşiye û wek şervanekî şoreşgerî ji bo mirovahiyê û neteweya demokratîk şer kir. El Icêl soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin û bang kir ku her kes ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe bêtir bi rêxistin bike.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Neşmî hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Neşmî El Reqa di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.