Koordînasyona Êzidiyên Ewropayê: Berpirsyarê şewatê desthilatdarî ye


Koordînasyona Civaka Êzidiyên Ewropayê ragihand ku Hem sedema şewatê û hem jî nebûna destwerdana dema şewatê nîşan dide ku desthilatdariya siyasî berpirsyar e û got, “Siyaseta ku li dijî gel û xwezaya Kurdistanê tê meşandin, siyaseta mêtingeriyê ye.”

Koordînasyona Civaka Êzidiyên Ewropayê bi sernavê “Agirê zilmê xwezaya me û mirovên me qetil dike!” daxuyanî da. Koordînasyonê banga hevgirtina bi mexdûrên şewatê kir. 
Daxuyaniya Koordînasyona Civaka Êzidiyên Ewropayê bi vî rengî ye:

“Di encama şewata ku di navbera Amed û Mêrdînê de derket de herî kêm 14 mirovên me jiyana xwe ji dest dan, gelek daristan û zeviyên çandiniyê şewitîn û bêhejmar ajal telef bûn. Di serî de kesên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê li wan be, ji birîndaran re jî şifaya lezgîn û ji gelê me re jî sersaxiyê dixwazin.

Hem sedema şewatê û hem jî nebûna destwerdana dema şewatê nîşan dide ku desthilatdariya siyasî berpirsyar e. Siyaseta ku li dijî gel û xwezaya Kurdistanê tê meşandin, siyaseta mêtingeriyê ye. Ji ber vê yekê tinekirina cewhera me û bi zanebûn gelê me terkî mirinê kirine, encama nêzîkatiya vîn û îdarî ye. Ji ber vê sedemê, pêwîst e ku têkiliyên sedem-encamê li ser bingehek saxlem werin analîzkirin.
Divê sedem û encamên bûyerê bi berfirehî bên lêkolînkirin, der barê berpirsyaran de lêpirsîna edlî bê vekirin û zirarên ku çêbûne jî ji dewletê bê xwestin.
Em bang li raya giştî ya demokratîk, gelê xwe bi giştî û civaka Êzidî dikin ku bi qurbaniyên şewatê re di nava hevgirtinî de bin û alîkariya dermankirina birînên gelê bikin.”