Tevgera Azadî bang li Kurd, Ereb û hemû gelan kir ku li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan 

Tevgera Azadî bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û zêdebûna gefên wê xwedî helwest bin.

Tevgera Azadî ku piştî di van rojên dawî li Başûrê Kurdistanê tevgera leşkerî zêde bû daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Di dîroka gelê Iraqê de ti carî dagirkerî nehatiye qebûlkirin. Di navbera 22 û 23’yê Hezîranê de bi sedan wesayitên zirxî, tank û bi hezaran leşkerên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna PKKê derbasî Herêma Kurdistanê û xaka Iraqê bûn. Ev pêşketina xetere di eslê xwe de plana dagirkerî û desteserkirina mayînde ya axa Başûrê Kurdistanê ye." 

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên siyasî yên nîştimanperwer û gelên Iraqê, divê bê helwestiya hikûmeta federal, hevkariya PDK’ê û binemala Barzanî ya bi artêş Tirk a dagirker re red bikin û şermezar bikin. Tişta ku Tirkiye dike, binpêkirinek mezin a yasayên navdewletî û binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Jiyan û ewlehiya welatiyan bi temamî xistiye di jêr gef û metirsiyê de.

Pêwîst e parlementerên Iraqê xwedî li wê sonda ku ji bo gelê Iraqê xwarine derkevin. Wê çawan û bi çi rengî parastinê li xak û serweriya welat û hemwelatiyan bikin? Serokkomar, serokwezîrê Iraqê û berpirsên din yên Iraqê ji bo bersivdana destdirêjiyên eşkere yên dewleta Tirk li ber ezmûnek mezin de ne. Ji berku ti hincetek ji vê dagirkeriya artêşa Tirk re nîne.

Yên li beramberî vê dagirkeriyê radibin û parastinê dikin, Hêzên Parastina Gel (HPG) ye, heman ew gerîla bûn ku bi hewara Şengal û Êzidiyan ve çûn û ji komkujî û qirkirinê rizgarkirin.

Nabe hikûmet û gelên Iraqê wan rojan ji bîr bike ku hikûmeta Erdogan, çete û hevkarên wê ji bo parçekirina xak û gelên Iraqê hevkarî û piştgiriya DAIŞ’ê dikirin. Bi sedan hezar welatî ji hemû netew û pêkhateyên gelên Iraqê bûn qurbanî.

Li cihê ku hikûmeta Iraqê bi rêya yasayên navdewletî giliyê yasayî li ser dewleta Tirk bike, hevkar û çeteyên DAIŞ’ê tomar bike, berovajî bi bêdengî û bêhelwestî dibe beşek ji wêranî û dagirkeriya li ser xaka wê tê kirin.

Em vê bê helwestiya hikûmeta Iraqê û hevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk re şermezar dikin, wek erkê xwe yê exlaqî û dîrokî dizanin ku di her astê de li beramberî dagirkeriyê rabîn.

Li ser vî bingehî bang li tevayî wan aliyên ku naxwazin di jêr sêber û rehma artêşa dagirker de bijîn dikîn, divê xwedî li serwerî û rûmeta gel derkevin. Bi yek rêzî li gel gelê xwe bisekinîn, dagirkerî û xiyanetê têk bibîn. Gelê me bi Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên xwe ve wê li beramberî dagirkerî û binpêkirina serweriya welatê xwe rabin.”