BI DÎMEN

Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş: Dev ji pergala qirkirinê berdin!

Kurdistaniyên ku li Cenevreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan bang li saziyên navneteweyî kirin û gotin, “Qanûnên xwe bi cih bînin.”

MEŞA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Kurdistaniyên li Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) li hev civiyan û heta Ofîsa NY’ê meşiyan.

Meş piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakiya fedayî pêk anî, destpê kir.

Di meşa ku bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hate lidarxistin de, ji bo azadiya Abdullah Ocalan dirûşme hatin berzkirin.

Meş li qada Natîons ku Ofîsa NY’ê lê ye bi dawî bû û mitîng hat lidarxistin.

'DEV JI ÊRÊKIRINA PERGALA QIRKIRINÊ BERDIN!'

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî û bi bîr xist ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, di meha 39'an de ye û wiha got: “Rêber Apo bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêşengiyê ji gelên cîhanê re dike. Tecrîda li dijî Rêbertiya me li dijî paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ye.”

Yuksel bal kişand ser qirkirinên li ser gelê Kurd û anî ziman ku desteserkirina şaredariyan qirkirineke siyasî, civakî û çandî ye.

Îbrahîm Yuksel bi bîr xist ku berxwedana zîndanan a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha got: “Nobeta azadiyê ya ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin, li Strasboûrgê sala 12’emîn, li Cenevreyê jî sala 3’emîn li pey xwe hişt. Em careke din bang li Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî dikin; Qanûnên xwe bi cih bînin, dev ji erêkirina pergala qirkirin û êşkenceyê ya dewleta dagirker berdin.”

Piştî axaftina Yuksel, metna daxuyaniyê ya zimanê  Fransî ku li ser navê CDK-S’ê hatibû amadekirin, ji aliyê Ramazan Baytar ve hate xwendin.

Li ser navê Dîwana Hevserokatiyê ya KCKD-E Mehmet Aslan jî wiha got: “Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe em ê li qadan bin. Divê êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”

Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Hatîce Kandal jî axivî û wiha got: “Em jinên Kurd heta ku Rêberê me bi awayekî fîzîkî azad bibe têkoşîna xwe bidomînin. Di şewata ku beriya 2 rojan derket de gelê me şewitîn, xweza hat talankirin. Têkoşîna me ya li dijî van êrîşan bidomin.”

Piştî axaftinan serdana konê çalakiyê ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her Çarşem li qada Natîonsê tê vekirin, hat kirin.