CPT li Heîlbronnê hat protestokirin

Li Heîlbronnê bi pêşengiya endamên TCŞ’ê, CPT ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng e, hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li hev civiyan û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Girseya ku bi wesîleya salvegera Nobeta Azadiyê ya di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hat destpêkirin, li hev civiyan bertek nîşanî bêdengiya CPT ya li dijî tecrîda Îmraliyê dan.

Di çalakiya ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hat lidarxistin de, li ser navê TCŞ’ê Resûl Bahoz axivî.  

Resûl Bahoz wiha got: “Divê em li çar parçeyên Kurdistanê, li her derê Ewropa û cîhanê xwedî li Rêber Apo derbikevin û tecrîdê bişkînin. Dijminê me yê xwînmij bi girankirina tecrîdê dixwaze em agahî ji Rêber Apo negirin. Em gelê Kurdistanê û dostên wan bang li hemû gelê xwe dikin; Xwedî li Rêber Apo derbikevin.”