Li gelek welatan çalakiyên ‘Diyalogên bi Ocalan re’ hatin lidarxistin

Di çarçoveya kampanya ‘Diyalogên bi Ocalan re’ de li gelek welatan çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. Di çalakiyan de fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin parvê kirin.

Li gelek welat û herem di çarçoveya kampanya ‘Diyalogên bi Ocalan re’ de çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin parvê kirin. Girêdayî rewşa civakî ya heyî û rêbazên çareseriye şîroveyên hevbeş pêşketin. Bi perspektîfên Jineolojiyê jî li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi hevkariya CIMK, Tora Jineolojî, Akademiya Moderniteya Demokratîk û TSEDEK semîner li ser zanist, jiyana alternatîf û esasa paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hat li dar xistin.

Li bajarê Reggio Calabria ya Îtaliya di çarçoveya civîna heremî ya giredayî têkoşînên ekolojîk ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derheqê ekolojiyê de ji pareznameya Sosyolojiya Azadiyê hatin xwendin.

Li bajarê Lleida yê Katalonyayê, bi hevkariya koma Ponent amb Kurdistan, Akademiya Moderniteya Demokratîk û Jineolojî performansekê xwendine li ser jiyan û fikirên Rêbertî hat li dar xistin.

Her wiha li Barcelona şano li ser jiyana Rêbertî hat pêşkêş kirin. Şano ji milê nivîskarê welatê Bask Galder Irusta hate nivîsandin û ji aliyê komîteya Jineolojî û komên femînîst li taxa Sants a Can Vies hat pêşkêş kirin.

Naveroka şanoyê di hundirê zindanê de derbas dibe. Sê kes, sê zayinên Rêbertî temsîl dikin: nûnerê yekem cotkar e, nûnerê duyem gerîla ye, nûnerê sêyem jinekê fîlozof e. Bi rêya hunerê kûrahiya Konfederalizma Demokratîk û wateya şoreşê tên şîrovê kirin. Piştî şanoyê nîqaş hat li dar xistin. Carekî din diyar bû ku bi rêbaza hunerê sînorên dewletan, zayendperestî û nîjadperstî tên derbas kirin.

Li Swîsre bajarê Sankt Gallenê Akademiya Jineolojî û Meclîsa Jin a Helbest Koçerîn atolyeya Jin û Serokatî organîzê kirin. Li ser watê û giringiya Rêbertî ji bo jinan û di heman demê de di jiyana jinê de çi da guhertin hat nîqaş kirin. Jin bi hev re wêne çekirin û diyarî komelê kirin.

Li bajarê Berlînê ya Almanya di çarçoveya şahiya havîne ya çanda jinê de ku ji aliye komiteya Jineolojî, TêkoJIN, Ni Una Menos, Women in Exile û komên hunerî hat li dar xistin, gotinên Rêbertî, şoreşgerên jin ên Kurd û cihanê suretên balkêş hatin pêşkêş kirin. Jin vexwendin niqaşê. Her wiha pirtûkek hat danîn da ku her kes karibe peyam û nerînên xwe parvê bike. Her wiha li warên cûr bi cûr semînerên Jineolojî hatin dayin.