Zêdetirî nîvê Sûdaniyan bi ‘bêewlehiya xwarinê' re rû bi rû ne

Li gorî raporeke ku Neteweyên Yekbûnî piştevaniya wê dike ji 25,6 milyon Sûdaniyan ji nêvî zêdetir ji ber şerê ku ji Nîsana 2023’yan vir ve didome, bi “bêewlehiya xwarinê ya tund" re rû bi rû ne. 

Di rapora Tesnîfkirina Mehaleya Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ku xebatên xwe dispêre saziyên Neteweyên Yekbûyî rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, hat diyarkirin ku zêdetirî nîvê nifûsa welêt bi "bêewlehiya xwarinê ya tund" re rû bi rû ye. 

Li gorî hejmarên IPC’ê "zêdetirî 755,000" Sûdanî  bi "xelayê" re rû bi rû ne, 

Her wiha tê gotin ku zêdetirî 8,5 milyon kes di rewşeke “awarte” de ne ku qonaxa dawî ya beriya birçîbûnê ye. 

Li gorî heman çavkaniyê, li Darfur (rojava), Kordofan (başûr-rojava), El-Cezîre (navend) û 14 herêmên li paytext Xertûm û derdora wê "metirsiya xelayê" heye. 

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Filippo Grandi di destpêka hezîranê de hişyarî dabû ku gihandina alîkariya mirovî ya ji bo Sûdanê "kêmasî" heye û hin ji gel di xetereya "birçîbûnê" de ne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, şerê ku di 15'ê Nîsana 2023’yan de di navbera serokê artêşê General Abdulfetah el Bûrhan û cîgirê wî yê berê General Mohamed Hamdane Daglo, Serokê Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) de derketibû bi hezaran kes jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 9 milyon kes jî koçber bûn.

Herdu aliyên şer ji ber armanckirina sivîlan, bombebarankirina deverên niştecihan û astengkirina alîkariyên mirovî bi sûcên şer tên tawanbarkirin .