Çalakiya li Lefkoşayê eleqeyekî mezin dît

Li Lefkoşayê rêzeçalakiya ku di çarçoveya ‘Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re’ de hat lidarxisin, eleqeyekî mezin dît.

ROJÊN DIYALOGÊ BI ABDULLAH OCALAN RE

Di çarçoveya ‘Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re’ de ku qonaxa duyemîn a pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ye, li paytexta Qibris Lefkoşayê bernameya şano û xwendinê hat lidarxistin.

Çalakiyên ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê hat lidarxistin, eleqeyekî mezin dît. Kurdistanî, siyasetmedar, parêzer, serokên partiyên siyasî, rojnamevan û xelkê Qibrisê tevlî çalakiyê bûn.

Lîstîka ku ji aliyê koma şanoyê ya “Bien à vous Armanc Kerboranî” ku di sala 2011’an de ji aliyê Juan-Golan Elibeg ve hat avakirin, pir hat ecibandin.

Koma ku ji lîstîkvanên Kurd û Fransî pêk tê, hewara dayika Mehmet Yavûzel ê di salên 2015-2016’an de di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Cizîra Botan hat qetilkirin, anîn ber çavan. Lîstîka şanoyê ku li ser pêkanînên dijberî hiqûqê û exlaqa şer a dewleta Tirk a faşîst ên di dema berxwedana xwerêveberiyê de bû, kêliyên hestiyar çêkir.

Beşa duyemîn bi pêşandana sînevîzyona ku wêne û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkdihatin, destpê kir. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kir. Metnên Yewnanî û Kurdî yên li ser jiyana Abdullah Ocalan û “fêmkirina Rêber Apo” hatin xwendin.

Bername bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û bi gerandina govendê bi dawî bû.