BI DÎMEN

Li Swîsreyê bi giştî 5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin

Li Swîsreyê di çaroveya kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’yê re ku li dijî tecrîda Îmraliyê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin de bi giştî 5 hezar û 890 name hatin şandin.

Çalakiyên li Swîsreyê ya ji bo kampanyaya şandina nameyan a ji CPT'ê re ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve ji bo bidawîkirina pergala tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li Bernê bi dawî bû. Di çarçoveya kampanyayê de bi giştî 5 hezar û 890 name hatin şandin.

Endamên Meclîsa Jinê ya Şehîd Berjîn Zenda ku li pêşiya postaxaneya navendî ya Bernê li hev civiyan, bi sedan name ji CPT’yê re şandin.

Jinan gotin: “Heta ku pergala êşkenceyê ya li dijî Rêber Apo bi dawî bibe, çi ji destê me were em ê bikin.”

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Şehîd Berjîn Zenda Saadet Kuran wiha got: “Em Meclîsa Jinê ya Şehîd Berjîn Zenda îro li Bernê 660 name ji CPT’yê re dişînin. Hemû cîhan dizane ku dema mijar dibe gelê Kurd CPT sê meymûnan dilîze. Yên ku pêşî li Îmraliyê Rêbertiya me pêşwazî kirin ew bûn, lê çima îro dengê xwe dernaxin? Banga me ev e; yan hiqûqên xwe bi cih bînin, yan jî bila bibêjin em ne komîteya pêşîlêgirtina êşkenceyê ne û em bi dewleta Tirk a destbixwin re gelê Kurd qetil dikin. Em êdî vê qebûl nakin. Têkoşîna me wê heta dawî dewam bike. Em bang li gelê Kurdistanê dikin ku li dora Rêber Apo bibin yek. Azadiya Rêberê me azadiya gelê Kurd e.”

Li Swîsreyê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’yê re bi dawî bû, jinên Kurd ên li Îngilîstanê wê sibê kampanyayê bidomînin.