Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekîtiya Jin ên Ciwan ve tê lidarxistin.
Bi sedan ciwan beriya destpêkirina meşa dirêj li Qamişloyê li Stadyûma 12'ê Adarê li hev kom bûn.
Rêxistinên ciwanan ji bo tevlî pêngava 10'ê Cotmehê bibin a ku bi dirûşma "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" li qada navneteweyî destpê kir û ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê dest bi meşa dirêj a sê rojan kirin.
Meş wê li bajarê Dêrikê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Ciwan wê di nava sê rojan de ji navçeyên Tirbespiye, Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê derbas bibin.