Rêveberiya Herêmî ya Firatê ji sedî 80 ê projeyên xizmetê pêk anî

Rêveberiya Herêmî ya Herêma Firatê ragihand ku ji sedî 80 ê projeyên xizmetguzariyê yên ji bo sala 2023'an diyar kiribûn, pêk anîne. Rêveberiyê diyar kir ku bi komunan re wan dest bi amadekirina projeyên ji bo sala 2024'an kirine.

Li herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyên ku di sala 2023'an de ji bo xizmetguzariyê hatibûn destnîşankirin, ji sedî 80'î wan bi dawî bûn.

Hevseroka Desteya Herêmî ya Herêma Firatê Felek Yûsif li ser mijarê axivî û got, "Projeyên ku me ji bo sala 2023'an diyar kiribûn, êdî ber bi qedandinê ve ne. Kar û wezîfeya desteya herêmê; xizmetguzarî ye, xizmeta ji gel re ye. Sîstema me jî li ser bingeha sîstema komunal hatiye avakirin. Şaredarî salane civînan bi gel re çêdike û projeyan li gel komunan diyar dike."

Felek Yûsif anî ziman ku ji projeyên xizmeta civakê yên sala 2023'an hatin amadekirin ji sedî 80'ê pêk hatine û wiha dewam kir, "Ji sedî 80 ê projeyên qîrkirina rêyan, qenelîzasyon, ava vexwarinê, paqijiya bajêr û amadekirina baxçeyan bi cih hatin anîn."

Felek Yûsif ragihand ku wan bi civînên komunan re dest bi amadekirina projeyên ji bo sala 2024'an kirine û ew daxwazên gel ji şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dişînin.

Di dewama axaftina xwe de Felek Yûsif got, "Gelek rê di navbera gund û bajaran de hatin qîrkirin. Hin rê jî wê sala bê werin amadekirin û qîrkirin. Projeya qîrkirinê êdî bi dawî bûye. Ji ber ku demsal zivistan e rê nayê qîrkirin. Depoya mezin a ava Miştenûrê jî hatiye amadekirin. Projeyê sala bê jî li gorî Rêveberiya Avê tê amadekirin ku ew jî ji firehkirina rêyên avê li nava gundan pêk tê. Ji bo xweşiya bajar jî me dest bi çêkirina parkan kiriye. Yek jê niha di amadebûnê de ye, ew jî ya şehîd Ebdo ye. Lê ji bo xweşiya civaka me jî em ê bi hemû derfetên xwe kar bikin."