QSD: Pêngava tinekirina terorê wê bidome

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku wê pêngava ku li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li bejahiya rojhilatê çemê Xabûrê û sînorê Sûriye-Iraqê dest pê kiriye, heta pêkanîna tevahî erkê berdewam be.

Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Êrişên DAIŞ’ê di demên dawîn de zêde bûn, bi wê re jî talokeyeke rastîn li dijî aştî, ewlehî û aramiyê heye.

Piştî çalakiyên lêpirsîn, komkirina agahiyan bi hevkariya bi hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê û koordîneya bi artêşa Iraqê re, hêzên me dest bi ‘Pêngava Tinekirina Terorê’ ya serdegirtin û şopandina şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li bejahiya rojhilatê çemê Xabûr û sînorê Sûriye-Iraqê kir.

Ev pêngav cih û şaneyên DAIŞ’ê ku bûne metirsiya li ser mirovan, ewlehî û aramiya herêmê derbe dike, hedef digire û bi wê re ev tevlihevî gefan li vegera DAIŞ’ê dixwe.

Pêngava Tunekirina Terorê ku hêzên me bi Koalîsyona Navdewletî re dest pê kiriye, bi rêk û pêk dimeşe, heta niha encamên baş bi dest xistine. Her wiha dê heta serxistina tevahî erka li pêşiya me dewam bike."