BI DÎMEN

Siyasetmedarên Kurd: Ji bo Rêber Apo pêvajoyê bi rêve bibe divê azad be

Siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê dijîn bal kişandin ser berpirsyariyên dewletê û destnîşan kirin ku ji bo firsenda aştiyê ji dest neçe divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Pêvajoya nû ya ku bi banga Rêber Apo re dest pê kir, di pirsgirêka Kurd de weke qonaxeke girîng tê dîtin. Girîngiya hevpar a siyasetmedarên Kurd ew e ku ji bo ev pêvajo baş bi rêve biçe divê azadiya Rêber Apo bê misogerkirine. Ev bang hem ji bo aşitiyê û hem jî ji bo yekîtiya Kurdan firsendeke dîrokî tê dîtin.

‘ÎLANA QONAXEKE NÛ YE

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV) ya Berlînê Huseyîn Yilmaz, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyeke mayînde gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Yilmaz, da zanîn ku PKK’ê li ser banga Rêber Apo xwe fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî û got ku ev yek tê wateya têkoşîna 50 salî derbasî qonaxeke nû bû.

Yilmaz, anî ziman ku ji bo ev pêvajo bi ser bikeve divê dewlet bi berpirsyarî rabe û gavên aştiyane biavêje. Yilmaz her wiha da xuyakirin ku divê gelê Kurd têkoşîna xwe ya demokratîk bidomîne û di nava hevgirtin û yekitiya neteweyî de bin.

Huseyîn Yilmaz got, “Ev êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan, siberoja hevpar a hemû gelên Rojhilata Navîn e. Tevlîbûna Birêz Ocalan di pêvajoyê de hem di aliyê fikrî û hem jî di aliyê pratîkî de ji bo samîmîbûna aştiyê girîng e. Divê gavên hatin avêtin bê bersiv nemînin. Ger azadiya fîzîkî neyê dayîn, cidiyeta vê pêvajoyê wê bê lêpirsînkirin. Pirsgirêka Kurd tenê bi diyalog û bi îradeya jiyana hevpar çareser dibe.”

‘BIRÊZ OCALAN Û PKK’Ê HINCETA DI DESTÊ DEWLETÊ DE JI HOLÊ RAKIR’

Siyasetmedarê Kurd Abdullah Demîrbaş jî wiha axivî, “Li ser banga Birêz Ocalan fesixkirina PKK'ê gaveke dîrokî ye. Heta niha dewlet digot 'heta çek neyên bêdengkirin em ti gavan navêjin'. Niha ev hincet ji holê rabûye.

Pêşî divê girtiyên nexweş û siyasî bên berdan; Ev dê bibe nîşana îradeya baş. Piştre li Meclîsê komîsyonek bê avakirin û ji bo aştiyê gavên berbiçav bên avêtin.

Di vê pêvajoyê de muzakerekarê sereke birêz Öcalan e. Hem gelê Kurd û hem jî PKK’ê daxuyand ku wê pêvajo bi destê wî bê meşandin. Ji bo ku bikaribe vê rolê bilîze divê şert û mercên wî biguherin, azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin û sekreteriyek bê avakirin. Divê ev hemû gav bi awayekî zelal bên avêtin.”

‘ALIYÊ KURD ERKA XWE BI CIH ANÎN’

Neviyê Şêx Saîd û siyasetmedar Hasan Basrî Firat, behsa girîngiya rola Rêber Apo ya di pêvajoya hatî destpê kirin de kir û wiha got,“Tişta ku pêwîst bû aliyê Kurd kir, bi banga Birêz Ocalan PKK’ê şerê çekdarî bi dawî kir, êdî derfeta dewletê nema ku hincet bike. Niha berpirsyarî li ser milê dewletê ye. Em hêvî dikin ku hikûmeta AKP/MHP’ê sozên xwe bi cih bîne.

Daxwaza me ya zelal azadiya Birêz Ocalan e. Ji ber ku ger azad be dikare gel îqna bike û pêvajoya çareseriya siyasî jî leztir dibe. Ji bo ku ev pêvajo bi tendurist bimeşe azadiya fîzîkî girîng e.”

‘KURD DIKARIN LI HER DERÊ BICIVIN’

Endamê KNK’ê yê Brîtanyayê Akademîsyen Mîthat Îshak jî wiha axivî, "Banga Birêz Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan firsendeke dîrokî ye. Bi saya cîhana dîjîtal êdî Kurd dikarin li her derê bicivin. Weke Mamoste Hasan jî got, "Li ezmanan jî Kurd wê hev bibînin."

Dewlet tune be jî pirsgirêka kurd bi modela bê dewlet çareser dibe. Ev paradîgmaya ku birêz Ocalan pêşniyar kiriye, ji bo Kurdên ku hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li dîasporayê dijîn nexşerêyek pêşkêş dike. Ger Kurd bi taybetî jî yên li dîasporayê li ser van platforman werin cem hev, sînorên fizîkî û derûnî yên beriya sedsalê hatine kişandin wê ji holê werin rakirin. Pêdiviya yekitî û çalakiya hevpar zêdetir xuya dike. Di peyama Birêz Ocalan de ev tişt tê gotin: Em dikarin bi hev re pêwîstiyên banga yekîtiyê pêk bînin.”