Bi hezaran karkerên li Îzmîrê di grevê de ne meşiyan

Greva 23 hezar karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di roja duyemîn de ye. Karkeran bi daxwaza 'mûçeyê wekhev ji karê wekhev re' meşiyan.

KARKERÊN DI GREVÊ DE NE

Sendîkaya Genel-Îş a DÎSK'ê ku li nava şîrketên ÎZELMAN, ÎZENERJÎ û Egeşehîr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bi rêxistin e, li gel SODEMSEN'ê hevdîtinên ji bo peymana kar a tomerî kir. Lê belê ji ber ku hevdîtin xitimîn, karkeran dest bi grevê kirin ku grev di roja duyemîn de ye. Zêdeyî 10 hezar karker li ber Konak Pierê li hev kom bûn û heta Qada Gundogdûyê meşiyan.

Karkeran di dema meşê de çalakiya rûniştinê kirin û diyar kirin ku heta lihevkirin pêk were wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Di meşê de karkeran tim û tim dirûşmên 'Grev, raperîn, berxwedan', 'Mûçeyê wekhev ji karê wekhev re', 'Serketin wê ya karkeran be' qîriyan.