Nîqaşên pêvajoya çareseriyê dewam dikin ku bi banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo re şênber bû. Piştî banga dîrokî PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist û biryar da ku dawî li têkoşîna çekdarî bîne û karên bi navê PKK'ê têne meşandin rawestîne.
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal ku berî û piştî kongreyê li Başûrê Kurdistanê bû, li ser xebatên kongreyê û têkoşîna dema nû ji ANF'ê re axivî.
Remzî Kartal anî ziman ku di serî de gelê Kurdistanê gelên herêmê hemû di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, "Serok Apo ev pêvajo da destpêkirin. Şerê Cîhanê yê 3'yemîn li Rojhilata Navîn dewam dike. Hilweşînên civakî hene. Li hemberî vê yekê jî ji bo gelên Kurdistanê û herêmê destpêkeke nû heye ku rêya çareseriya pirsgirêkên herêmî veke.
Serok Apo bi rêya vê destpêkê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ya bi rêyên demokratîk û li ser vê bingehê ji bo destpêkeke demokratîk û nû ya gelên Kurd û Tirk derfetên gihîştina li hev afirand. Ji bo vê jî di 27'ê Sibatê de ew bang kir ku ji aliyê her kesî ve weke 'Manîfestoya Sedsalê' hate pênasekirin.
Bêguman lidarxistina kongreya PKK'ê ya li ser bingeha banga Serok Apo biryareke gelekî dîrokî bû. Lê belê di pêvajoya kongreyê de êrîşên hewayî, pirsgirêkên ewlekariyê timî di rojevê de bû. Li gel van pirsgirêkên ewlekariyê yên cidî, PKK'ê di nava van şert û mercan de li du qadên cuda amadekariyên kongreyê kir, ewlehiya kongreyê pêk anî, delege li wan qadan civand û bêkêmasî kongreya xwe bi serketî pêk anî ku ev yek gelekî girîng bû.
Li van herdu qadan, di kombûnê de peyama Serok Apo û rapora polîtîk pêşkêşî kongreyê hate kirin. Yekkirina encamên kongreyê yên li van herdu qadan û ragihandina ji raya giştî re bûyera herî mezin û cidî ya sala 2025'an bû. Ji ber ku ev pêvajo ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo demokratîkkirina tevahiya herêmê ya li dora pirsgirêka Kurd, çareseriya hemû pirsgirêkên bingehîn bi mejiyekî nû, feraseteke nû û nêzîkbûneke nû, şert û mercên azad û demokratîk ji bo gelên herêmê diafirîne."
Remzî Kartal anî ziman ku di pêvajoya kongreyê de ew çû Başûrê Kurdistanê û got, "Di nava wan şert û mercan de ji ber ewlekariyê -ji ber ewlekariya kongreyê- nekarî tevlî kongreyê bibim. Ev rewş ji bo kongreyê dikarîbû pirsgirêka ewlekariyê biafiranda. Lê belê li ser amadekariyên kongreyê agahiya min hebû. Bi rastî jî PKK yekemcar e di vê astê de ruhekî hevpar, yekbûyî û yekîtiyê ya mezin dijî.
Mînak di salên 2000'î de peyameke Serok Apo ya ji bo fesixkirina PKK'ê û derbasbûna li nava pêvajoyeke nû hebû. Lê belê di wê pêvajoyê di nava rêxistinê de pirsgirêkan rû dan. Bi rûdana tabloyeke weke parçebûnê şert û mercên derbasbûna li nava pêvajoyeke nû di nava PKK'ê de neafirîn.
Serok Apo gotibû: PKK di şert û mercên salên 1970'î de ava bû. Wê demê sîstema reel sosyalîst, li ser karên sosyalîst ên navneteweyî serwer bû. Ev yek paradîgmayek li dora dewletê, desthilatdariya netewe dewletê û çînî bû. Halbûkî Rêber Apo têkoşîn ji paradîgmaya li dora çînî derxistibû.
Bi taybetî bi paradîgmaya ku di salên 2000'î de pêşkêş kir re veguherîbû sîstemeke bi armanca civaka demokratîk, sosyalîzma demokratîk, dûrî ji dewlet û desthilatdariyê, civakeke ji azadiya jinê û ekolojîk. Dema derbasbûyî derfet nebû ku ev yek pêk were, derbasî pratîkê bê kirin. Lê belê şert û mercên vê yekê hene."
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal ragihand ku di 10 salên dawî de dewleta Tirk nekarî encama dixwaze bi dest bixe, şerê bi teknîkê bi ser nexist û bi vî rengî dewam kir, "PKK'ê surprîzên mezin kir û li gel şerê teknîkê jî rastiya xwe raxist pêş çavan ku dikare têkoşînê bimeşîne.
Di asta navneteweyî de jî bi şerê li Rojhilata Navîn re krîz û metirsiyên vî şerî hebû. Herdu alî ji bo Tirkiyeyê pêvajoyeke krîzê ya cidî bû.
Serok Apo ev pêvajo weke firsendekê dît û xwest, pêvajoya têkoşînê ya PKK'ê ya ku têkoşîna çekdarî şer heta niha ji xwe re kir esas biqedîne û pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Ji bo vê jî ev firsend bi dest xist û hemû kadroyên Tevgera Azadiyê li ser banga Seroko Apo wateyeke mezin dan vê pêvajoyê.
Bêguman ji bo kesên dixwestin vê pêvajoyê fêhm bikin, ji ber êrîşên dewletê û şert û mercên ku Serok di nav de ye, pirsên 'Wê çawa bibe?' hebûn. Lê belê bi giştî di nîqaşên herdu kongreyan de bi baweriyeke mezin piştgirî ji pêvajoyê re hate dayin ku Serok Apo da destpêkirin."
Remzî Kartal destnîşan kir ku Rêber Apo bi rêya heyetên ku hevdîtin pê re kirin peyamên xwe dişandin û got, "Serok Apo çawa ku peyam ji raya giştî re şand, ji kongreyê re jî hem bi nivîskî hem jî bi rêya teknîkê peyamên xwe şand. Ji xwe Serok Apo firsendeke mezin diafirîne. Ev firsend ne tenê ji bo gelê Kurd e. Belê pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye, lê belê ji bo gelê Tirkiyeyê, ji bo tevahiya gelên herêmê destpêkeke.
Lewma eger di çarçoveya daxwazên Serok Apo de wê kongre bê kirin, gelekî xwezayî ye ku Serok Apo rapora polîtîk bi nivîskî û bi rêya amûrên teknîkî peyameên xwe bişîne vê kongreyê."
Ji bo pirsa 'Gelo we ev peyam dîtin an jî xwendin?' Remzî Kartal ev agahî da: "Belê, li ser bingeha banga ku di 27'ê Sibatê de hem li raya giştî hem jî li PKK'ê kiribû. Çarçove bi heman rengî ye: Li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, li ser bingeha peyama Aştî û Civaka Demokratîk lidarxistina kongreyê. Li ser vê bingehê PKK xwe weke tevgerekê ji aliyê rêxistinî ve fesix bike, dawî li rêbaza têkoşîna çekdarî bîne û amadekariyê ji pêvajoyeke nû ya têkoşînê re bike."
Li ser rêbaza nû ya têkoşînê jî Remzî Kartal got, "Beriya her tiştî divê şert û mercên hiqûqî siyasî yênn vê pêvajoyê bêne avakirin. Yê ku ev pêvajo da destpêkirin û bi pêş ve bir Serok Apo ye û şert û mercên karê azad û jiyana wî ye. Pîvana bingehîn a gelê me û tevgear me ya li ser pêvajoyê ev e. Serok Apo li ser pêvajoya nû got, 'Ez ê danûstandinan bimeşînim'. Li ser vê bingehê tevger jî we li gorî danûstandinên li Îmraliyê yên Rêber Apo û pêşketinan tevbigere."
Remzî Kartal ji bo pirsa, 'Di vê peyama Rêber Apo de li ser rêveçûna pêvajoyê nexşerêyek heye? Yan jî aliyê Kurd xwedî teqwîmekê ye?' bersiveke bi vî rengî da:
Bêguman. Niha pKK'ê biryara fesixkirinê da û têkoşîna çekdarî bi dawî kir. Lê belê li holê hêzek heye û çek di destan de ye. Divê çekê dîne û tevlî jiyana civakî demokratîk bibe. Mijara bingehîn ev e.
Beriya her tiştî divê Serok Apo bi xwe tevlî jiyana civakî, siyasî û demokratîk bibe. Piştre jî endamên PKK'ê yên ku heta niha ev têkoşîna mezin meşandin tevlî pêvajoya civakî siyasî û demokratîk bibin. Mijara bingehîn ev e.
Di vê mijarê de divê gavên siyasî û qanûnî bêne avêtin. Li ser vê bingehê divê danûstandin bê kirin, têkildarî vê gav werin avêtin, gavên siyasî û qanûnî bêne avêtin.
Ev danûstandin li Îmraliyê di navbera Serok Apo û rayedarên têkildar ên dewletê dewam dike. Di çarçoveya wan danûstandinan de bêguman ji bo paşerojê, ji bo gavên werin avêtin wê nexşerêyek bê afirandin."
Ji bo pirsa, 'Bi biryarên kongreyê re hinekan gotin êdî têkoşîn qediya, di vê der barê de hûn çi difikirin?' Remzî Kartal got, "Ev nirxandin hemû ya bi armanceke jiyasî ji bo reşkirina PKK'ê têne kirin, yan jî ji ber fêhmnekirina têkoşîna PKK'ê ye. Vê têkoşînê çawa destpê kir? Çawa ava bû? Di nava kîjan zehmetiyan de gihîşt vê astê?
Têkoşîna PKK'ê meşa azadiyê ya Rêber Apo ye. Ev meş li gel astengiyên herêmî û navneteweyî 52 sal in di vê astê de têkoşiya. Bi gotina Serok Apo ev têkoşîn derbasî qonaxeke nû bû. Serok Apo vê yekê di dema herî xurt a têkoşîna PKK'ê de dike. Salên 1990, 2000'î pêvajoyên ji têkoşînê bûn. Lê belê ev pêvajo pêvajoya herî xurt a PKK'ê ye.
Bi vê têkoşînê de deh salên dawî êrîşên dewletê hatin pûçkirin. Wekî din li Rojhilata navîn şerekî mezin heye û ev pêvajoyeke zêdeyî deh salan e. Li aliyê din bi paradîgmaya Rêber Apo re zêdeyî deh sal in li Sûriyeyê modelek heye ku hatiye pêşkêşkirin. Ev model ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo pirsgirêkên herêmî hemûyan modela çareseriya azadî, wekhevî û demokrasiyê ye, modeleke ku nîşan dide bê çareseriyeke ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê wê çawa be, baweriyên cuda li ser bingeha azadiyê çawa li hev kom bike.
Li Rojhilata Navîn welat hildiweşin. Di nava vê rewşê de têkoşîna azadiyê ya Kurd gelekî xurt e û li qadê hêzeke. Niha di nava vê rewşê de Serok Apo ev bang kir. Di demekê de ku têkoşîn, tevger herî xurt e got, 'Kongreyê bicivînin, biryara fesixkirinê werbigirin'. Lewma hin nirxandinên têne kirin rast nîne.
Ev bang pêvajoyeke nû ya têkoşînê ye. Têkoşîn dewam dike. Têkoşîn çi ye? Têkoşîna azadiyê ye. Niha bi paradîgmaya nû re ji têkoşîna di çarçoveya çînî, desthilatdarî û netewe dewletê de derbasî perspektîfa têkoşîna civaka demokratîk a di çarçoveya civaka demokratîk, azadiya jinê û dînamîkên civakî û gelan dibe. Têkoşîn wê dewam bike, tenê amûr têne guhertin.
Amûr PKK bû û ji ber zordariya dewletê derketibû holê. Niha jî Serok Apo dibêje, 'Divê zor, tundî zext nebe. Divê zemîna siyasetê û demokratîk bê afirandin. Di pêvajoya nû ya têkoşînê de divê amûr; têkoşîna li qada civaka sivîl û demokratîk be'. Amûrên li gorî vê yekê di demeke nêz de wê bêne ragihandin.
Koda têkoşîneke nû ya rêxistinî û siyasî ev e. Têkoşîn dewam dike, têkoşîn neqediya. Amûrên têkoşînê hatin guhertin."