Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê der barê Komeleya Çanda Karkerên Koçber (Gik-Der) a ku 34 sal in xebat dimeşîne û beşdarên Festîvala Parkê ya ku bi salane pêk tê bi hinceta "girêdayî rêxistinê ne" lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsîna "veşartî" ya ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Polîsan ve hatiye amadekirin de hat îdiakirin ku têkiliya Gik-Derê bi rêxistineke derqanûnî re heye û ji bo kesên beşdarî festîvalê bûne biryara binçavkirinê hat dayîn.
Der barê zêdetirî 30 kesên ku di festîvalê de stran gotine, govend gerandine, wêneyan xêz dikirin an jî beşdarî çalakiyên zarokan dibûn de biryara girtinê hat dayîn. Di nav wan de zarok û endamên koroya jinan jî hene.
Gik-Der ji ber lêpirsînên ku der barê beşdarên festîvalê de hatine destpêkirin wekî "dûrî aqilane" bi nav dike û xwe amade dike ku li hemberî rayedarên Tirk dozê veke. Di civîna çapemeniyê ya li Londonê de Hevserok Bedriye Avcil û Parêzer Mehmet Ovayolu, diyar kirin ku dê têkoşîna hiqûqî bidin destpêkirin. Ovayolu, destnîşan kir ku nabe tevlibûna çalakiyek bi vî rengî weke sûc bê hesibandin û bi eşkereyî ne hiqûqî ye.
Beşdarên ku nerazîbûn nîşanî lêpirsînan dan jî diyar kirin ku stranên gelerî, govend û xêzkirina wêneyan ne sûc in û gotin ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.
Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Navenda Civaka Kurd, Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê û nivîskar Alî Poyraz li dijî van hewldanan banga hevgirtin û têkoşîna rêxistinbûyî kirin.