QSD: Li Hesekê û Dêra Zorê 17 çete hatin girtin
Di oparasyona QSD’ê ya li Hesekê û Dêra Zorê lidar xistin de, 17 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.
Di oparasyona QSD’ê ya li Hesekê û Dêra Zorê lidar xistin de, 17 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, di pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ‘ê ya bejahiya Dêra Zor û Hesekê de 17 çeteyên DAÎŞ‘ê hatin girtin.
Hêzên QSD’ê di saetên zû yên sibehê de ji navçeya El Bûkemal a girêdayî Dêra Zorê ya li ser sînorê Iraqê heta Şedadê li qadekî fireh li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê dest bi oparasyoneke berfireh kirin.
Operasyona ku bi tevlîbûna 6 hezar ji şervanên QSD, YPJ û hêzên komando, bi desteka hêzên hewayî yên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û erdê ve pêk hat.
Oparasyona ku li bendê ye hefeteyekê dom bike, li qadekî ji Deşîşe heta Baxozê şaneyên DAÎŞ’ê yên razayî bên paqijkirin.