QSD: Di êrîşa SÎHA de şervanek şehîd bû, 2 jî birîndar bûn
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li Kobanê li ser wesayitekê kir, şervanek şehîd bû, 2 jî birîndar bûn.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li Kobanê li ser wesayitekê kir, şervanek şehîd bû, 2 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 15'ê Mijdarê li Kobanê li gundê Boxazê bi balafireke bêmirov bombe li wesayitekê barand.
Hate ragihandin ku di encama êrîşê de şervanekî wan ê bi destûr bû şehîd ket û 2 şervan jî birîndar bûn.
Ji destpêka meha Cotmehê ve dewleta Tirk bi taybetî êrîşî binesaziya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di êrîşan de jin û zarok jî di nav de bi dehan kes şehîd bûn.