QSD: Daxuyaniyên dewleta Tirk dûrî rastiyê ne

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir, daxuyaniyên dewleta Tirk ku îdîa dike ku li herêmên dagirkirî şervanên YPG'ê şehîd bûne dûrî rastiyê ne û ji bo şerê taybet tên dayin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe bersiv da îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker, dema dawî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi armanca şerê taybet hinek daxuyaniyan dide.

Di wan daxuyaniyan de tê ziman ku qaşo li herêmên di bin dagirkeriya wan de şervanên YPG'ê hatine şehîdxistin.

Ew daxuyaniyên bi vî şeklî bi armanca şerê taybet tên dayîn û tu eleqeya wan bi rastiyê re tune ye."