Cengîz Çandar bû namzetê DEM Partiyê yê Serokê Meclîsê
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) biryar da ku bi namzetê xwe tevlî hilbijartinên Serokatiya Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM).
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) biryar da ku bi namzetê xwe tevlî hilbijartinên Serokatiya Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM).
Li gorî agahiyan, namzetê DEM Partiyê yê ji bo Serokê Meclîsê rojnamevan û siyasetmedar Cengîz Çandar e.
Daxwaznameya têkildarî namzetiya Çandar îro saet di 14:45'an de wê radestî Sekreteriya Giştî ya Meclîsê bê kirin.
Pêvajoya hilbijartinên Serokatiya Meclîsê 28'ê Gulanê destpê kir. Di pênc rojên destpêkê yên pêvajoyê de wê serlêdan bêne kirin, piştre di nava pênc rojên din de jî hilbijartin bê kirin. Serokê Meclîsê yê Nû wê 3'ê Hezîranê bi dengdana veşartî diyar bibe.
Li gorî agahiyan AKP û MHP wê Serokê Meclîsê yê heyî Nûman Kûrtûlmûş careke din weke namzet nîşan bide.