Pêngava Tinekirina Teroêr ya QSD’ê: 21 çete hatin girtin

Di çarçoveya Pêngava Tinekirina Terorê ya QSD’ê ya li Hesekê û Dêra Zorê li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê dayî destpêkirin de heta niha qadekî 50 kêlêometreyî hatiye paqijkiirin, 21 çete hatin girtin.

Pêngava Tinekirina Terorê ya duh li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê hatibû destpêkirin dewam dike. Ji duh heta niha şervanên QSD’ê qadekî 50 kêlometreyî ji çeteyan paqij kiriye û 21 çete li gel çek û cebilxaneyên wan girtine.

Pêngava Tinekirina Terorê ya QSD’ê ya li dijî şaneyên DAÎŞ’ê dabû destpêkirin ji bajarokê Deşîna ya dikeve başûrê rojhilatê Hesekê destpêkiribû.

Pêngava ku ji Hesekê heta bakurê rojhilatê Dêra Zorê dom bike, 6 hezar şervanên QSD, YPJ û hêzên Komando cih digirn. Hêzên koalîsyona navneteweyî jî ji erdê û esmanan ve piştgirî dide pêngavê.