Meşvanên azadiyê gihiştin Çilaxayê

Ciwanên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin, gihiştin navçeya Çilaxayê.

Meşa Dirêj a Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de duh li Qamişloyê destpê kir, vê sibê ji navçeya Tirbespiyê ber bi navçeya Çilaxa ve berdewam kir.

Ciwanan di roja duyemîn a meşê de gihiştin Çilaxayê. Xelkê navçeyê têketina ciwanan li navçeyê bi dirûşmeyan pêşwazî kirin û piştre tevlî meşê bûn ku heta Parka Jinê berdewam kir.

Tê payîn ku ciwan ber bi navçeya Girkê Legê ve bimeşin. Piştre jî ber bi navçeya Dêrîkê ve bimeşin ku wê li wê derê bi dawî bibe.