Navnîşa îro ya Meşa Dirêj a ciwanan Tirbespiyê ye
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi Meşa Dirêj a ji bo sê rojan kirin. Roja yekem a meşê wê li Tirbespiyê bi dawî bibe.
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi Meşa Dirêj a ji bo sê rojan kirin. Roja yekem a meşê wê li Tirbespiyê bi dawî bibe.
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi Meşa Dirêj a ji bo sê rojan kirin. Ciwanên ku wê di 3 rojan de 100 kîlometre bimeşin, li Stadyûma 12'ê Adarê ya Qamişloyê dest bi meşê kirin û ber bi Dêrîkê ve bi rê ketin.
Beriya destpêkirina meşê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Ronahî Hisên ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de piştgiriya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat ragihandin.
Ronahî Hîsen got, “Em tecrîda girankirî ya dewleta Tirk ku li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, şermezar dikin. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê ciwanan li kolanên bajarê Qamişloyê dest bi meşê kirin. Tê payîn ku meş îro bigihêje Tirbespiyê. Ciwanên ku wê li Navenda Ciwanên Şoreşer çalakiyek li dar bixin, wê sînevîzyonek têkîldarî Komploya Navneteweyî temaşe bikin.