Li Marsîlyayê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin

Endamên TCŞ’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Balafirgeha Marseîlle Provence çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li Balafirgeha Marseîlle Provence ya bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist.

Çalakvanan bi pankarta “Wê azadî bi ser bikeve” ya bi gelek zimanan, wêneyên Abdullah Ocalan û bi berzkirina dirûşmeyan ketin balafirgehê û ev daxuyanî dan: “Heta ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” encam bigire em ê çalakiyên xwe bidomînin. Êşkenceya derveyî mirovahiyê ya li ser Rêber Apo li tevahiya Rojhilata Navîn belav bû. Azadiya gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.” Her wiha ciwanan belavok belav kirin.