Li Kobanê cenazeyên şehîd Ciwan û Koçer hatin veşartin

Li Kobanê cenazeyên Şehîd Koçer (Ednan Osman) û Şehîd Ciwan Efrîn (Ciwan Hesen Hemkro) hatin veşartin.

Bi sedan kes ji gel, sazî û dezgehên ser bi Rêveberiya Xweser, ji bo veşartina cenazeyên şehîdên Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Koçer (Ednan Osman) û şehîd Ciwan Efrîn (Ciwan Hesen Hemkro) hatin ba hev. Şehîd Koçer 16’ê Mijdarê li Eyn Îsayê dema li ser erka xwe şehîd bû û şehîd Ciwan Efrîn (Ciwan Hesen Hemkro) 15’ê Mijdarê di encamê êrîşa balafira bê mirov a dewleta Tirk a li ser gundê Boxazê yê girêdayî Kobanê de şehîd bû. Bi merasîmeke girseyî cenazeyên her du şehîdan li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, ji Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl axivî û diyar kir yekane rê têkoşîn û berxwedaniye. Îsmaîl destnîşan kir ku ew hêza xwe ji şehîdan digirin û got ku serkeftin teqez e.

Ji Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Çelebiyê Cîhan Elî jî axivî û ragihand ku ew ê her tim xwedî li şehîdan derkevin.

Li ser navê malbata şehîd Ciwan Efrîn, keça apê wî Zerîfa Hemkro axivî û wiha got: “Hêviya Ciwan rizgarkirian Efrînê bû. Em ê vê daxwaz û hêviya wî pêk bînin. Em ê tola şehîd Ciwan hilînin.”

Piştre nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîd bi berzkirina dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.