Li Kantona Qamişlo Bêrîtan hate bibîranîn

Bi boneya salvegera şehadeta Fermandar Bêrîtan li bajarên Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê meş û bîranîn hatin lidarxistin.

Kongra Star li bajar û navçeyên Kantona Qamişloyê (Qamişlo,Amûdê, Dêrik, Tirbespiyê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Til Hemîs) ji bo bîranîna Fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 31`emîn a şehadeta wê de meş li dar xistin.

Fermandar Bêrîtan sala 1992`yan li herêma Xakurkê dema çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl da wê dîl bigirin bi çalakiya fedaî xwe ji zinar avêt û şehîd bû.

Li bajarê Qamişlo bi dehan jin tevlî meşê bûn. Jinan wêneyên şehîd Bêrîtan ên bi nivîsên “Bijî Berxwedan Bimire Xiyanetê”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star rakirin.

Çalakvanên ku 1500 metre (ji çarxerêya Sonî heta çarxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo) meşiyan, bi dirûşmeyan xeta fedaîtiyê ya Şehîd Bêrîtan silav kir û xiyaneta PDK`ê şermezar kir.

Meş li çarxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mitîngê. Li wir endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî. Şêraz Hemo hemû tekoşerên li dijî dagirkeran û hevakarên wan şer kirin û gihîştin şehadetê, bi bîr anîn.

Li Amûdê, Tirbspiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi boneya salvegera şehadeta Fermandar Bêrîtan meş û çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.